‘Jiyanek azad û birûmet bê parastin ne pêkane’

  • 19:18 18 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Mijara parastina cewherî di Konferansa Ronakbirî ya Şengalê de bi berfirehî hate nirxandin û wiha hate gotin: “Xwe parastin mijareke civakî ye, bê parastina cewherî jiyana azad nabe.’’
 
Roja duyemîn a Konferansa Ronakbirî ya Şengalê, bi nîqaşên berfireh ên li ser dîrok, çand û baweriyê berdewam dike. Di nîqaşên îro de, girîngiya parastina cewherî ji bo hebûna civaka Êzidî mijareke esasî bû. Ji Fermandariya YJŞ’ê Axîn Întîqam gotara ‘Di Civaka Êzidî de Parastina Cewherî û Çanda Berxwedanê’, pêşkeş kir. Axîn Întîqam di destpêka gotara xwe de balê kişand ser berxwedana bi hezaran salan a Çiyayê Şengalê û destnîşan kir ku Çiyayê Şengalê bûye stargeha herî mezin a hebûnê û parastina çanda Êzdatiyê.
 
Parastin tunebe hebûn jî nabe
 
Axîn Întîqam gotara xwe wiha berdewam kir: “Jiyaneke azad û bi rûmet bê parastin ne mumkin e. Gava civaka Êzdî tê gotin, yekser çanda wê ya berxwedanê tê hişê mirovan, mirov nikare bi ti awayî Êzdayetî û berxwedanê ji hev cudabike. Tê zanîn hemû êrîşên ku li ser civaka me pêkhatine, li ser esasê tinekirina çanda Êzdatî, hebûn, nirx, pîrozî û baweriya civaka me bûn. Ev di fermana 74 an de hê zêdetir bi zelalî hate dîtin. Ji bo dijminê civaka me negîhîje vê armanca xwe me weke hêzên parastina civakê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê li ser esasê parastina çanda Êzdatiyê xwe ava kir. Eger me weke hêzên parastina civakê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê wisa xwe rêxistin nekiriba, di roja îro de me nedikarî em behsa çanda Êzdatiyê jî bikin. Bêguman xwe parastin ango parastina cewherî tenê bi hêzên fermî yên leşkerî jî nabe. Xwe parastin mijareke civakî ye û hev temam kirin pêwîst dike.”
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso jî ji Rojavayê Kurdistanê bi rêya online beşdarî nîqaşên parastina cewherî bû.
 
Nêrînek sosyolojîk û dîrokî pêwist e
 
Di konferansê de ‘Di Ronesansa Êzidiyan de Xebatên Zanistên Civakî’ weke sernaveke din bû mijara nîqaş û nirxandinan. Gotara vê sernavê ji aliyê Mamoste Suad ve hate xwendin. Çend nirxandinên ji gotarê wiha ne; “Qada zanistê qadeke piroz a civakê ye û ji bo pêşketîn û rêvebirina civakê ye. Çawa ol û baweri ji bo civakê pîroz in, qada zanist û zanyar jî ji bo civakê nirxên pîroz in. Civakê bi rêbaza zanistî naskirin û fêm kirin hêzeke mezin ava dike. Armanca zanistên civakî naskirina rastîya civakê, çareserkirina pirskirêkên wê û bicihanîna pêwistiyên wê ye. Civaka me ya Ezidî ji bo hebûna xwe mayînde bike, xwe bi rêve bibe û azad jiyan bike, pêwistiya wê bi qadên zanistên civakî heye. Ezidî çiqas bi zanistî nêzikî çand û baweriya xwe bibin, ew qas dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û dikarin ji Rojhilata Navîn re jî pêşengtiyê bikin. Heke em dixwazin bi rastî Ezdayetiyê fêhm bikin, divê em bi meyzandina sosyolojîk û dîrokî kûr lê binêrin.”
 
Dr.Xelîl Xalta jî bi rêya online beşdarî nîqaşên vê rojevê bû.