Li Colemêrg û Geverê civînên gel

  • 21:52 17 Tîrmeh 2025
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrg û Geverê di çarçoveya "Civînên Civaka Demokratîk" de civînên giştî hatin lidarxistin û gel ji hikûmetê gavên berbiçav xwestin.
 
Li taxên Colemêrg û Geverê, civînên giştî di çarçoveya "Civînên Civaka Demokratîk" de ji aliyê rêxistina DEM Partî û DBP'ê ve tê birêvebirin, berdewam kirin. 
 
Nirxandinek li ser pêvajoyê hate xwendin. Piştî xwendinê, welatiyan mafê axaftinê girtin û daxwaz kirin ku hikûmet tavilê gavên berbiçav bavêje û diyar kirin ku divê her kes ji bo misogerkirina aştiyê gavan bavêje.