Dayika Gulîstan Ozdemîr a hat qetilkirin: Em di aştiyê de bi israr in

  • 09:03 14 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Elfazi Toral
 
STENBOL - Dayika Gulîstan Ozdemîr a ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, Emîne Ozdemîr da zanîn ku tevî hemû êş û qetilkirinan ew ne di tolgirtinê de di aştiyê de bi israr in.
 
Li navçeya Fatîh a Stenbolê li taxa Çarşamba di 13’ê Sibata 1988’an de polîsan di operasyonekê de Gulîstan Ozdemîr û Hamdî Salgin qetil kirin. Dayika Gulîstan Ozdemîr, Emîne Ozdemîr ji roja keça wê hatiye qetikirin têkoşîna xwe didomîne. Emîne Ozdemîr ku keça wê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Gulîstan ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin’
 
Emîne Ozdemîr û malbata xwe ku ji Mîdyad a Mêrdînê ne, 40 sal zêdetire li Stenbolê dijîn û got ji ber pirsgirêkên aborî bar kirine Stenbolê. Emîne Ozdemîr wiha got: “Bi salan dewletê tundî li me kir. Em dema hatin Stenbolê zarokên min biçûk bûn. Keça min Gulîstan ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Dema em hatin Stenbolê Gulîstan 11 rojî bû. Dema şehîd ket 16 salî bû. Keça min di fabrîqeya tekstîlê de dixebitî. Min nîvro xwarin amade dikir. Keça min bi hevalê xwe re wê demê li malê bû. Polîsan bi ser mala me de girt. Bi deqeyan mala me gulebaran kirin. Keça min bi hevalê xwe re şehîd ket.  Hemû malbata min binçav kirin. Em bi rojan bin çavan de man. Îşkence li me kirin.”
 
Emîne Ozdemîr daxuyakirin ku piştî keça wê hatiye qetilkirin cenaze jî revandine û wiha bi lêv kir: “Cenazeyê keça min revandin. Bi rojan me xwe negîhandê. Piştre em fêrbûn ku li goristana Kanarya ya Kuçukçekmeceyê hatiye definkirin. Ji wê rojê de ye her cejnd içim ser gora keça xwe. Keça min ya din Gulseren jî çû. Piştî Gulîstan şehîd ket 4 meh şûnde Gulseren hat girtin. 14 salan girtî ma. Piştre tahliye bû û çû. Me arek din agahî jê negirt.”
 
‘Destê aştiyê li hewa ma’
 
Emîne Ozdemîr banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û wiha anî ziman: “Yekane daxwaza me aştiye. Em naxwazin zarokên me bimirin. Em vê ji bo hemû zarokan dibêjin. Yên Tirk yên Kurd. Bila tu dayik negirîn. Bila ciwan şehîd nekevin. Em dixwazin ev şer raweste. Divê herkes ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike. Em aştiyê ji dil dixwazin. Bi salan me destê aştiyê dirêj kir lê li hewa ma. Divê zemîna aştiyeke bi rumet pêk bê. Dayikên Kurd tolgirtinê naxwazin. Em ne tolgirtinê em di aştiyê de bi israrin.  Em dixwazin ev şer bidawî be û aştî pêk bê.”