ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2025'AN

  • 09:00 1 Tîrmeh 2025
  • Rojev
*Jinan piştî konferansa bi sernavê "Zarokên di Nakokî û Pêvajoyên Çareseriyê de" ku duh ji hêla Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ve hate lidarxistin, axivîn, diyar kirin ku zarok, mîna hemî beşên civakê, di her pêvajoyekê de bi her awayî bi bandor dibin û jinan tekez kirin ku divê zarok di her pêvajoyê de werin berçavgirtin. DÎMEN HEYE 
 
*Hevberdevka Koordînasyona Mîhrîcanê Adar Taş li ser mîhrîcana ku li Tetwanê bûye kevneşopiyek û piştî 11 salan careke din tê lidarxistin kir û got, "Armanca me ew e ku em mîrateya wan deman bigirin û pêşdetir bibin." DÎMEN HEYE 
 
* Kiryar Yusuf Açar ku li Şirnexê destdirêjiya 12 zarokan kir, derket holê ku li Antalyayê jî destdirêjî zarokek kiriye. Malbata zarokek bertek nîşanda û got: "Dewlet dema bixwaze kesan dikare bigire. Ev kiryar çawa dikare ku tiryakê bixe vê bajarê? Li hemû dera mobese hene. Divê em zêdetir li ser van tiştan bisekin ku li bajarên me bûyerên bi vî rengî neyên jiyîn.” BI DÎMEN 
 
*Jinên ku di biharê de ji Amedê tên Mûşê û heta payîzê wekî karkerên demsalî li zeviyan dixebitin, diyar dikin ku ji serê sibehê heta êvarê di bin germahiya tavê de dixebitin û heqê keda ku didin jî bi dest naxin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Desteya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Almast Romî diyar kir ku li dijî HTŞ’ê divê jin gavê paşde neavêjin û wiha got:” Divê em bi hev re tevgera xwe ya jinê hîn bêhtir xurt bikin. Ji bo jin li har alî xwedî maf û rol be ev yek pêwist e. Em dikarin bi hev re li tevahiya Sûriyeyê azadiya jinan belav bike.” DÎMEN HEYE