Cemiyeta Rojnamegeran: Em bi Zeynep Durgutê re ne

  • 12:14 27 Hezîran 2025
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Cemiyeta Rojnamegerên Dixebitin a Şirnexê, têkildarê gefên li rojnameger Zeynep Durgut hatine xwarin daxuyanî da û got: "Em li dijî vê zîhniyetê bê deng namînin û em bi hempîşeya xwe re ne.”
 
Rêveberiya Lijneya Cemiyeta Rojnamegerên Dixebitin a Şirnexê, têkildarî rojnameger Zeynep Durgutê ku ji ber nûçeyên wê yên der heqê "Çeteya Fihûşê" de endamên malbata Kenan Tatar gef lê xwaribûn, daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hempîşeya me Zeynep Durgut a ku bi nûçeya xwe ve li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ derxistibû holê, malbata endamê çeteya fihûşê ku di dozê de dihate darizandin gef lê xwaribû, em vê gefê qebûl nakin. Ev gefa ku ji bo rojnamegerek ku karê xwe kiriye hatiye xwarin, tenê gefeke ji bo çapemeniyê nîne. Di heman demê de êrişeke li dijî mafê agahdarkirina raya giştî ye. Em ê li dijî vê zîhniyetê bêdeng nemînin. Em bi Zeynep û bi hemû rojnamegeran re ne.” 
 
Rêveberiya Cemiyetê, destnîşan kir ku ji bo gef û tundiyên li dijî rojnamegeran dê piştevaniyê bidomînin.