
Bêdengiya ku ji xweliyên Şêxanê bilind dibe
- 09:03 27 Hezîran 2025
- Ekolojî
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Bajarekî ku hate şewitandin û wêrankirin lê nehat jibîrkirin… Çîroka bêdeng lê kûr a bajarekî şewitî ku ji xweliyê radibe. Bajarokê Şêxanê ku bi salan bêdeng ma, îro li ser şopa bîranînan dîsa bêhnê digire.
Kolanên ku bi salan bere dengê jiyanê dihat, niha tenê guh didin dengê bayê. Bajarokê Şaxa (Hilal) navçeya Qilabanê ya Şirnexê carekê cihê qîrîna zarokan bû, defên dawetê û sohbetên li ser agir her tim lê dihatin bihîstin. Heta sala 1994’an...
Ji ber zêdebûna pevçûnên li herêmê di salên 1990’î de bajarokê Şêxan, mîna gelek gundên din, di sala 1994’an de bi hinceta “sedemên ewlehiyê” hate valakirin û dû re hate şewitandin û wêrankirin. Piştî wan rojên ku agir bilind bû, bajarok bi salan di bêdengî û tenêtiyê de ma. Kes nikaribû têkeve gund, kes nikaribû vegere. Şêxan hatibû jibîrkirin, mîna ku ji nexşeyê hatiba jêbirin.
Şêxana kevin bîranînan silav dike
Lê belê, piştî bi salan şêniyên herêma Şirnexê, berê xwe dan Şêxana kevin ku dîsa dest pê kiriye ku were bîranîn. Niha malbat di bin siya dîwarên hilweşiyayî de seyranê dikin, geliyên ku zarok lê direvin hene, kal û pîr bi hêsiran silavê li rabirdûyê dikin. Bajarok dîsa bêhnê digire; ji bêdengiya goristanê derdikeve û vediguhere cihekî bîranînan. Bingehên kevirî, bermahiyên xaniyan ên şewitî û rêyên terikandî hîn jî di nav xirbeyên Şêxanê disekine. Her çiqas ev şop êşa rabirdûyê tîne bîra me jî, ew hewl dide ku wekî şahidên tiştên qewimîne jî li ser piyan dimîne.
Rawesteyek bîranînê
Bingehên kevirî yên xaniyên wêranbûyî hîn jî li cihê xwe ne. Hin dîwar hîn jî dûmandar in, hin derî nîvvekirî ne, mîna ku rojekê vegerin. Her wêranî zarokatiyek e ku li dû xwe maye, jiyanek e, hêviyek e. Li vir, mêvan ne tenê di xwezayê de, di heman demê de di dîrokê de jî dimeşin. Her gavekê ku tu diavêjî, li ser şopa rabirdûyê gav diavêjî. Seyran, meşên xwezayî û tûrên wênekêşiyê yên li bajarok têne organîzekirin, hêdî hêdî Şaxê vediguherîne rawestgehek bîranînan.
Sembola hêviya ji nû ve zayînê
Dibe ku bajarokê Şaxa kevin êdî di tomarên fermî de wekî wargehek neyê dîtin. Lê ew hîn jî di bîranînên zindiyan de, di bayê derbasbûyî de û di gulberojên di nav kavilan de dijî. Bajarokekî şewitî niha bi bîranînan geş dibe. Îro, bajarokê Şêxanê ne tenê dibe sembola rabirdûyê, lê di heman demê de sembola hêviya ji nû ve zayînê ye jî.
Lê ax ji bîr nake
Kevir, her çend bêdeng bin jî çîrokan vedibêje
Û teqez rojekê mirov wê vegerin…