
Ji bo desturen bingehîn a sivîl azadiya fikr û ramanê şert e
- 09:04 14 Hezîran 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Akademîsyen Zeynep Ardiç da zanîn ku ji bo desturek bingehîn a sivîl divê pêvajo zelal be û azadiya fikr û ramanê hebe. Zeynep Ardiç got ku divê jin û aliyên bê derfet ji bo ji xwe re cih vebikin têbikoşin.
Piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê Destura Bingehîn û peymana civakî ya li Tirkiyeyê nîqaşan jî dest pê kir. Hîndekara Zanîngeha Medeniyetê ya Stenbolê Zeynep Ardiç der barê mijarê de axivî û got divê jin û komên bê derfet ji bo xwe têkoşînê bimeşînin.
‘Divê li gorî usulê bê kirin’
Zeynep Ardiç daxuyakirinku di pêvajoa çêkirina desturek bingehÎn a sivîl de divê ewil usul bê axaftin û got: “Bi hatina gel hev a çend aktoran û amadekarina pêşnûmeyek wan encamek demokratîk nikare bê girtin. Divê hemû pêkhate, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, gel,kes, kom tevli bibin daxwazên xwe bînin ziman û li gorî hewcedariyan biryarê bidin û bi vî awayî pêşnûmeyek bê amadekirin.”
‘Divê zext bidawî bin’
Zeynep Ardiç daxuyakirin ku di çêkirian destura bingehîn de divê ewil pirsgirêkên di mijara maf û azadiyan de bên çarserkirin û der barê vê de jî di xalên têkildar de sererastkirin bên kirin. Zeynep Ardiç wiha dirêjî dayê: “Divê sererastkirinên der barê zextên li ser darazê bên kirin û serxwebûna darazê bikeve bin ewlehiyê û zext bidawî bin.”
‘Ji bo destura bingehîn a sivîl azadiya fikr û ramanê şert e’
Zeynep Ardiç daxuyakirin ku divê pêvajo zelal bê meşandin û gavên ku di alî desturek bingehîn a sivîl de baweriyê didin bên avêtin û li gorî vê zemîn bê avakirin. Zeynep Ardiç wiha dirêjî dayê: “Ji bo destura bingehîn a sivîl azadiya fikr û ramanê şert e. Li Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanê tune ye. Divê jin û aliyên bê derfet ji bo ji xwe re cih vebikin têbikoşin. Divê daxwazên jinan li ber çavan bên girtin. Di vê mijarê de divê lêkolîn bêkirin. Ji bo jin tevli pêvajoyê bên kirin di vê zêdetir têkoşînê bidin.”