Komîsyona Ekolojiyê ya Binevş hat avakirin

  • 15:48 13 Hezîran 2025
  • Ekolojî
 
STENBOL - Koordînasyona  Jinên Ciwan a DEM Partiyê ragihand ku wan komîsyonek ekolojiyê bi sernavê "Vegera li ekolojiya civakî bi konfederalîzma demokratîk" ava kiriye.
 
Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi dirûşma "Vegera li ekolojiya civakî bi konfederalîzma demokratîk" komîsyona ekolojiyê ava kir. Koordînasyona Jinên Ciwan bi komîsyona bi navê Binevş Ekolojî ku wan di çarçoveya têkoşîna xwe de ava kiriye, armanc dike ku li dijî modernîteya kapîtalîst civakek azad, ekolojîk û adîlane ava bike. Ew hem li ser afirandina aboriyek bi xwezayê re lihevhatî û hem jî bi avakirina çandiniya organîk û komînên ekolojîk alternatîfek li dijî kapîtalîzmê ye.
 
Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê bi metna ku parve kirir komîsyon ragihand.
 
'Konfederalîzma Demokratîk'
 
Di metna ku hat parvekirin de hat gotin ku dewletê, bi sîstema xwe ya modernîteya kapîtalîst, xweza veguherandiye kelûpelekê û bûye sedema wêrankirina ekolojîk ku "ew li ser xirabûna têkiliyên civak-xwezayê bi modela kahîn-dewletê ye ku ji dema Sumeriyan de dest pê kiriye." Di nivîsê de bal hat kişand ser wê rastiyê ku xweza êdî wekî hebûnek wekî "erdê dayikê" nayê dîtin û bûye çavkaniyek ku ji hêla dewletê ve tê kontrol kirin. Di nivîsê de bal hat kişandin ser "konfederalîzma demokratîk"a  li dijî têkiliyên xweza-civakê yên xirabkirî û  tekez kir ku parastina xwezayê tenê bi pergalek ku civakên herêmî bi demokrasiya rasterast têne rêvebirin gengaz dibe.
 
Berdewamiya nivîsê wiha ye: "Li şûna dewleteke navendî, pêdiviyên civakê dikarin bi awayekî ekolojîk bi rêya komun û kooperatîfan werin peyda kirin. Bi avakirina çandiniya organîk û komunên ekolojîk, tê armanckirin ku aboriyek bi xwezayê re lihevhatî bê afrandin û bibe alternatîfek li dijî kapîtalîzmê. Aboriya komunal armanc dike ku toreke hilberîn-xerckirinê ava bike ku bi xwezayê re lihevhatî be, bê hiyerarşî û parvekirî be. Ew serdestiya şo ser xwezayê red dike. Têkiliya di navbera mirovan û xwezayê de li ser bingeha piştgirî û ahengek hevbeş e. Biryarên aborî ji hêla civakên herêmî ve têne girtin ne ji hêla dewleteke navendî ve."
 
Girêdana jinan a dîrokî  bi xwezayê re
 
Di nivîsê de, ku girîngiya rêziknameyek wekhevîxwaz li şûna civaka kapîtalîst tekez dike, tê destnîşankirin ku têkiliya di navbera jin û xwezayê de ji bo çareseriya krîza ekolojîk û serdestiya civakî hêmanek sereke ye. Di nivîsê de li ser xalekê tê sekinandin  ku keda jinan û gelên din ên bindest eşkere dike, destnîşan dike ku modernîteya kapîtalîst li ser jin û xwezayê serdest e. Di nivîsa ku tê gotin jin di dîrokê de bi xwezayê re di  nava hengê de ne û di têkoşînên ekolojîk de rolek pêşeng dilîzin, di berdewamiyê de wiha tê  gotin, "Li Tirkiyeyê berxwedanên ji bo jîngehê û kooperatîfên jinan bertekên vê têkiliyê di pratîkê de nîşan didin. Berxwedana ekolojîk li ser rêxistina civakên herêmî ji bo parastina çavkaniyên xwezayî yên li herêmên xwe ye. Stratejiya berxwedana ekolojîk têkoşînek herêmî, bi pêşengiya jinan, bi aboriya komunal û ne-hiyerarşîk li ser bingeha prensîbên ekolojiya civakî hewce dike. Berxwedanên Çiyayên Kaz, Munzur û Deryaya Reş li Tirkiye û Kurdistanê mînakên pratîkî yên vê stratejiyê pêşkêş dikin. Girêdanên dîrokî yên jinan bi xwezayê re û hêza civakên herêmî bingehên berxwedanê ne. Lêbelê, zehmetiyên wekî zordariya dewletê û kapîtalîzmê û nebûna hişmendiya civakî astengiyên li hemberî  vê têkoşînê ne. Berxwedana ekolojîk ne tenê xwezayê diparêze; ew di heman demê de armanc dike ku civakek azadîxwaz, ekolojîk û adîlane li dijî dewletê û zordestan û modernîteya kapîtalîst ava bike. Ev tenê bi tevgerên bingehîn ên bihêz û pêşengiya jinan dikare pêk bê."