
Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
- 12:03 10 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Xarpêtê zarokê 12 salî ku bi malbata xwe re çûbû seyranê ji bo hênîkbûnê kete Gola Bendava Kebanê û xeniqî.
Zarokê bi navê M.F.A. (12) bi malbata xwe re ji bo seyranê çûbu dora gundê Guzelyali ya bi ser bajarokê Yurtbaşi ya Xarpêtê. M.F.A., ji bo hênîkbûnê kete Gola Bendava Kebanê û demek piştre li ber çavan winda bû. Li ser vê yekê, malbata wî li Navenda Alîkariya Lezgîn a 112'ê geriya.
Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Bi alîkariya welatiyan û bi xebatên lêgerîn-xilaskirinê zarok ji golê hat derxistin. Piştî midexileya ewil jî li Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn hate sewqkirin. Zarok M.F.A., tevî midaxileya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.
Termê zarok ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.