
‘Hedef avakirina bajarên dostên jinan e’
- 09:08 10 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Projeya ‘Bajarên Dostên Jinan 3’ ya ku ji aliyê NY’ê ve hatibûn destpêkirin, şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî tevil bû. Berpirsa Projeya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Dîdem Aydemîr balkişand ser projeyê û got jin wê hem xwe ewle hîs bikin hem jî wekhev bin.
Bernameya Hevpar a Bajarên Dostên Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di 2006’an de bi armanca wekheviya zayendî û xurtkirina rêxistinên jinan bi rêveberiyên herêmî re hatibû destpêkirin. Bernameya wê sêlsan bidome hewcedarî û tecrubeyên jinan esas digire û li ser vê polîtîka bê meşandin.Kordînasyona herêmî ya bernameyê wê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê wê bimeşîne.
Berpirsa Projeya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Dîdem Aydemîr der barê projeyê de axivî.
‘Armanc eve ku jin li bajar hîn atîftir bin’
Dîdem Aydemîr da zanîn ku tevlibûna şaredariyê ya projeyê bi armanca esasgirtina jinê ye û got: “Bajarên Dostên Jinan,projeyeke xwegîhandina perwer4de, tenduristî, xizmetên civakî, îstîhdamê ye. Her wiha wê mekanîzmayên ku mafê jinên bi tundiyê re hatine rû hev ava bike. Bi projeyê tê armanckirin ku jin tevli hemû pêvajoyên biryarên yên rêveberiyên hreêmî bibin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yek ji 25 şaredariyên pîlote. Sedema vê jî stargeha me heye û navendên jiyanê yên jinan hene. Em aktîfbûna jinan a di her qadê de esas digirin. Ji ber vê jî em bûn yek ji van şaredariyan.”
‘Hedefa avkairina bajarên dostên jinan heye’
Dîdem Aydemîr wiha vegot: “Rojên borî de navbera hevşaredara me Serra Bucak û Yekitia Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) de protokola hevkariyê hat îmzekirin. Vê projeyê wê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Zarokan bimeşîne. Ev proje wê sê salan bidome. Ji bo avkairina bajarên dostên jinan wê piştgirî bê dayîn. Bi STK’yan re hevkarî wê bê kirin. Armanca vê projeyê eve ku jin di jiyana bajar de wekhev, aktîv û ewle bijîn û tevli bibin. Jin wê xwe ewle hîs bikin û xwedî mafên wekhevin. Ji ber vê jî ev projeyeke gelek girînge.”