Ji bo DÎKASUM’ê 105 serlêdan: Yên destê jinan bigirin dîsa jinin

  • 09:04 10 Hezîran 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - DÎKASUM piştî 8 salan şûnde  ji nûve hat vekirin. Kordînatora DÎKASUM’ê Evîn Ezenalp got bi vekirinê re 105 inî serlêdan kirine û got: “Em ji bo dengê jinan zêdetir derkeve, dixwazin bên vir û hişmendiyek bê afirandin. Destê jinan dîsa wê jin bigirin.”
 
Navenda Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ya di 2001’ê de li Sûr a Amedê hatibû avakirin, di 2016’an de hat avakirin, bi tayînkirina qeyûm re hatibû girtin. Piştî 8 salan şûnde DÎKASUM di 29’ê Çile de ji nûve hat vekirin. Kordînatora DÎKASUM’ê Evîn Ezenalp der barê mijarê de axivî.
 
Evîn Ezenalp der barê pêvajoya xizmetê de axivî û got saziya ji bo jinan alternatîf bû ji nûve hatiye vekirin û got: “Wekheviya jin û mêr tuneye. Di vî alî de cihekî ku jin xwe îfade bikin tunebû. Jin her cureyê tundiyê dijîn.li malê, li kolanê, li her derê. Dayikan digotin ‘belê em tundiyê dibînin lê cihekî em zarokên xwe bigirin û biçin tuneye.’ Lê êdî cihekî wan yê biçe heye. Ev der cihê wan e û dikarin li deriyê wê bixin.”
 
‘Em di gelek aliyan de ji jinan re dibin piştgirî’
 
Evîn Ezenalp destnîşan kir ku bi vekirina DÎKASUM’ê re xwe gîhandine gelek jinan û got: “Jinên tundiyê dibînin bila xwe bê çare nebînin. Dema bi me re bikevin têkiliyê em dikarin alîkariyê bidin wan. Ji roja me DÎKASUM vekiriye gelek serlêdan hatin. Jin piştgiriya hiqûqî dixwazin.Em jinan dibin baroya ku me pê re protokol îmze kiriye. Em di vî alî de piştgiriyê didin jinan.”
 
105 jinî serlêdana piştgiriyê kir
 
Evîn Ezenalp wiha domand: “Heta niha gelek serlêdan hatin kirin. Jinên nikarin xwe bigihînin me jî em li malê wan xizmetê didinê. Heta niha 105 jinî ji bo piştgiriyê serlêdan kirin. Piştgiriya ji bo 62 jinan didome û ya 30 jinî jî didome. Me serdana 11 malê kir. Sedema van serdanan jî ev ku jinên derfetên wan tunene em xwe bigihînin wan û piştgiriyê bidin wan bû. Li her taxê jî navenda me heye.Divê em ji bo jin bo pisgirêkên heyî rê nîşanê hev bidin. Yên ku dîsa destê jinan bigirin jinin.Em dixwzin jin bên vir û em hev nas bikin.”