Serhildana keda nayê dîtin (3)

  • 09:06 27 Nîsan 2025
  • Dosya
 
 
Rûyê sor ê Ewropayê: Di şopa Clara Zetkîn de berxwedan
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Almanyayê 1’ê Gulanê ne tenê betlaneye, bîr e. Di vê bîrê de li dijî binpêkirina kedê, daxwaza edaletê, grevên mezin tên kirin û herî zêde jî dengê keda nayê dîtin a jinan heye. Yek ji çavkaniya vê îlhamê Clara Zetkîn e û îro jî li kolanên Almanyayê di pankartan de di bîra kolektîf de dijî. 1’ê Gulanê ne tenê bibîranîna paşeroj, nivîsandina rojeva têkoşîna pêşerojê ye jî.
 
Li Ewropayê bi kapîtalîzmê re guherînek giran pêk hat. Di dawiya sedsala 18’an de li bajarên mezin çînek nû vejiya: çina karkeran. Her ku ev mezin bû newekheviyan jî rû da. kedkarên li taxên xizan û qelebalix yên bajarên sanayiyê dijiyan, li dijî şert û mercên giran ên xebatê têkoşîn dan; bêguman yên ku herî zêde ji nedîtî ve hatin jin bûn. Bi taybet di atolyeyên tekstîl, karê paqijî û xizmeta malê de jin seranserê roja xwe bi xebatê der bas dikin, lê nabin xwedî tu mafekî civakî.
 
Sendîkayên serdestiya mêr jin ya avêtin plana duyemîn yan jî wek alîkar binav kirin. Li almanyayê li dijî vê newekheviyê serhildanên mezin derketin holê û dengê herî xurt jî bû yê jinekê: Clara Zetkîn.
 
Di riya Clara Zetkîn de:Têkoşîna sendîkal û şiyarbûna siyasî
 
Heta dawiya sedsala 19’an li Almanyayê di tevgera karkerên sosyalîst de hîna jin nedihatin dîtin. Qanûnan siyaset, rêxistinbûn û endamtiya sendîkayan ji bo jinan qedexe dikir. Lê Clara Zetkîn ji bo van dîwaran hilweşîne têkoşîna xwe, bi pênûs, kursî û çalakiya xwe meşand.
Clara Zetkîn daxwaza ku bila jin bibin kirdeya damezrîner û aktîf a têkoşîna çînî dikir. Li dijî kapîtalîzmê bi sekna xwe ya rêxistinkirî têkoşîn meşand. Ji 1891’ê şûnde bi kovara xwe ya Die Gleichheit (Wekhevî) li Almanyayê bû dengê jinên sosyalîst. Nivîsên wê tenê pirsgirêkên kedkarên jin teşhîr nedikirin, di heman demê de stratejiyên rêxistibûnê jî pêşkêş dikirin.
 
Di 1910’an de di Konferansa Jinan a Sosyalîst ya Navneteweyî ya Kopenhangê de ji bo jinan pêşniyara rojek taybet kir; 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê. Ev pêşniyar di demek kurt de li cîhanê veguherî tevgerê.
 
Gotina Clara Zetkîn, bû dirûşma jinan
 
Li seranserê Almanyayê meşên 1’ê Gulanê ji aliyê jinên ku mîrateya Clara Zetkîn hildan ve hat rêxistinkirin. Bajarên wekê Berlîn, Hamburg, Koln, Leîpzîg bi kortejên karkerên femînîst tije bûn. Yek ji rojeva herî girîng a îsal binpêkirina çînê ya bi newekheviya zayenda civakî pêk tê bû.
 
Li Berlînê jin bi dirûşma ‘jin nebin şoreş nabe’ balkişandin û bi dirûşmeyên ‘keda me tê dîtin, têkoşîna me bi rumet e’ meşiyan û gotin divê keda malê jî tevli têkoşîna karkeran bê kirin. Seranserê meşê gotinên dîrokî yên Clara Zetkîn yên wekê ‘Bêyî jinan çîna karkeran qelse. Bi vê kêmaisyê serkeftin ne pêkane’ bibîrxistin.
 
Rêxistinên jinên penaber, kolektîfên kedê, di meşan de blokên taybet avakirin. Îsal sendîkayan jib o xizmetên lênerîn, xebatkarên kreşê, karkerên lênerîna kal û pîran qada taybet avakirin. Sendîkayên karkeran yên mezin yên wekê IG Metall, Verdi, DGB ji bo jinan danezanên nû daxuyandin.
 
Îlhama paşerojê, têkoşîna îro
 
Tevgera sendîkal a Almanyayê, mîrateya ku Clara Zetkîn hiştiye li gorî şert û mercên têkoşînana îroyî plan dike û pêk tîne. Ev guherîn li qadên 1’ê Gulanê êdî ne tenê nûneriyek berfireh; di heman demê de teşeyê piştevaniyek hîn radîkal ava kir.
 
Jin êdî ne tenê mûçeyê wekhev, ewlehiya kar; pênaseyek kedê ya nû, zimanekî nû yê têkoşînê dixwaze. Xeta têkoşînê ya Clara Zetkîn ne tenê ya jinan, di xeta xeyala cîhanek wekhev û azad a hemû kesî de bi cih dibe.
 
1’ê Gulanê êdî ne tenê bîra paşerojê; utopyaya rêxistinkirî ya pêşerojê ye. Yên ku vê utopyayê binivîsin jî wek Clara Zetkîn jî gotiye: jinên diaxivin û dîrokê dinivîsinin e.