Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin

  • 08:15 26 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Seroka MKG’ê Rosa Metîna û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan îro di danê sibehê de Amed, Stenbol, Mêrdîn û Şirnex jî di nav de li gelek bajaran bi ser malan de girtin. 
 
Amed 
 
Polîsan bi ser malên Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û rojnameger Ahmet Sunbul, derhêner Ardîn Dîren, mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) de girtin. Lêgerîna li malan didome. 
 
Mêrdîn 
 
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Artuklu ya Mêrdînê de Mehmet Şîmdî (40), Mehmet Şîmdî (22), Mehmet Nûr Şîmdî (22), Medîne Şîmdî (20) û Ronî Şîmdî (17) hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Hat zanîn ku kesên behsa xeberê bi hinceta tevlibûna protestoyên li dijî qeyûm hatine binçavkirin. 
 
Şirnex 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Rojnameger Erdogan Alayumat û Bîlge Aksu jî li Stenbolê hatin binçavkirin.