Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya êriş şermezar kir

  • 15:49 30 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Aborî ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, ciwanên PYD’ê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û banga derxistina artêşa Tirk ji axa herêmê kir.
 
Komîteya Aborî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya, ciwanên PYD’ê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.
 
Tebqa
 
Komîteya Aborî ya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin. Endama Komîteya Aborî ya kombûnê Necah El Hisên daxuyanî li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Tebqayê xwend. 
 
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û bang li hêzên navnetewî hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî û mirovî bi cih bînin, gelê herêmê biparêzin û sûcên dagirkeriyê li dijî sivîlan rawestînin.
 
Heleb
 
Ciwanên PYD`ê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin. Endama PYD`ê Sewsen Bîlal daxuyanî li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê xwend.
 
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û bang li ciwanan hate kirin ku van êrişan şermezar bikin.
 
Her wiha bang li NY û civaka navneteweyî hate kirin ku rê li pêşiya dewleta Tirk bigire, sûcan rawestîne, rê nede vejandina DAIŞ`ê û komên terorîst ên ku dewleta Tirk wan fînanse dike.