Li Pira Deh Derî dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ deng da

  • 20:03 23 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED -TJA’yê çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Pira Deh Derî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ çalakî pêk anîn.
 
Tevgera Jınên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de li Pira Deh Derî ya navçeya Sûr a Amedê bi cil û bergên gelerî çalakiya meşale pêk anî.
 
Jinan bi erbaneyan dirûşmeya "Jin jiyan azadi" û "Biji berxwedana jina" berz kirin. Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya xivî û da Zanîn ku ew bi hemû jinên li welat re dibêjin jin jiyan û azadî.Adalet Kaya daxuyakirin ku wê li diJî poLîtîkayên qedexekirinê û zextan netirsin û serî netewînin.
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.