‘Tundiya zêde dibe girêdayê polîtîkayên dewletê ye’

  • 09:04 16 Îlon 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED- Parêzer Muzeyyen Nergîz der barê tundiya zêde bûye de nirxandinin kir û da zanîn ku di qanûnên  jinan diparêzin de paşveçûn heye û wiha got: “Tevî vê jin têkoşîna xwe mezin dikin.” Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen jî got tundî girêdayê polîtîkayên dewletê ye.
 
Tundiya li ser jinan roj bi roj mezin dibe û li dijî tundiya ku bûye pirsgirêkek global sererastirinên hiqûqî jî qels dimînin.  Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen û parêzer Muzeyyen Nergîz der barê mijarê de nirxandin kirin.
 
‘Dewlet di qanûnên xwe de paşve diçe’
 
Muzeyyenê da zanîn ku tundî û newekheviya li ser jinê encama newekheviya zayenda civakî de derdikeve holê û got: “heta ku têkoşîneke yekbûyî li dijî newekheviya zayendî neyê meşandin û di vî alî de têkoşîn neyê dayîn wê çareserî jî tune be. Bi afirandina polîtîkayên li dijî newekheviyê têkoşîn pêkane.  Qanûn tenê baskekî vê têkoşînê ye. Tirkiyeyê di pêajoya Yekitiya Ewropayê (YE) gelek sererastkirinên qanûnî kir. Lê tenê li ser kaxizan man. Yên ev qanûn pêk dianîn ji van qanûnan ne agadar bûn. Dadgeran 5 sal şûnde ev qanûn ferq dikirin. Tirkiye di qanûnan de paşve diçe.”
 
‘Tundiyê normal dikin’
 
Muzeyyenê bi lêv kir ku Tirkiye berpirsyariyên Peymana Rakirina Her Cureyên Newekheviya li Dijî Jinan (CEDAW) bîne cih wê destkeftiyên mezin bên bidestxistin û wiha domand: “Tundî tenê bi qanûnan bi edliyayan nayê çareserkirin. Ev ne pêkane. Divê polîtîkayên îstîhdama jinê, zimanê çapemeniyê, newekheviya li hember jinê  bê rastkirin. Zimanê newekhev yê çapemeniyê, rê li ber tundiyê vedike.  Ev di alî cureyên din yên tundiyê de jî wisa ye. Divê li dijî tundiyê têkoşînek hevpar û polîtîkayeke xurt bê meşandin.”
 
‘Desthilatdarî dixwaze jinan li gorî xwe teşe bike’
 
Muzeyyenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her kes di esasê de tundî û zimanê tundiyê bêyî ku ferq bike ji nûve diafirîne û wiha dawî lê anî: “Desthilatdaryeke ku dixwaze jinan bavêje plana dawî, rola duyemîn bide jinan heye. Lê di esasê de ne tenê desthilatdariya siyasî ya civakî jî heye. Destilatdarî îro dixwaze li gorî nêrîna xwe jinan bit eşe bike. Bi polîtîkayên makro pêşî li guhertina jinan digirin. Tevî van jin têkoşîn axwe roj bi roj mezin dikin.”
 
‘Sedema pêşketina tundiyê bêcezahiştin e’
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen jî diyar kir ku Tirkiye bi giştî nava lepê tundiyê de ye û wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Tundî nav civakê de pir pêş ketiye û di nav civakê de cih girtiye. Sedema esas ev e ku kesên tundiyê pêk tînin bê ceza tên hiştin. Polîtîka bêcezahiştinê sedema vê ye.Li dijî van polîtîkayan jin bûne xwedî hişmend û zextan qebûl nakin.”
 
'Qanûnên ku jinan diparêzin tên betalkirin'
 
Suzanê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku heta nêrîna zayenda civakî neyê şikandin wê tundî jî neyê rakirin û wiha dawî lê anî: “Ev jî girêdayê polîtîkayên dewletê ne. Jin têkoşîna vê didin. Peymana Stenbolê jin ji tundiyê parast. Lê di encama tifaqa muhafazakaran de ev peyman hat betalkirin. Dîsa 6284 jinan diparêze. Ev jî ji nîqaşê re hat vekirin. Ji ber vê divê jin bi yekitî li dijî vê têbikoşin.”