ROJEVA 13'YÊ ÎLONA 2024'AN
- 09:00 13 Îlon 2024
- Rojev
*Di vê nokteyê de bi taybet jî kar û barên van saziyan, armanca wan li cîhanê rê li ber mînakên cuda û encamên cuda vedike. Di vê mijarê de divê civak hîn bêtir bibe xwedî hişmend. Di projeyên bi van saziyan re tê kirin de peyman û şert tên qebûlkirin û divê bê dîtin ku ev zirarê didin nirxên şoreşê. Divê sînorkirin û terza tevgerên wan bên kontrolkirin. JI NÎQŞÊN JINOLOJIYÊ
* Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê tecrîda giran a li Îmraliyê û rewşa girtiyên nexweşên giran de axivî û got: “Ger îro gel bêje serokê me Abdullah Ocalan e, divê desthilatdarî jî Îmraliyê muxatab bigire. Em bang li wezîrê dadê dikin ku peywira xwe bîne cih.” DÎMEN HEYE
*Jin der barê qetilkirina Narîn Guran de axivîn û gotin: “Di vê qetilkirinê de tiliya dewletê heye. Zaroka biçûk li şûna Kursa Kuranê şandine komeleya Hîzbullahê. Apê wê yê girtî HUDA PAR’î ye.” DÎMEN HEYE
*Piştî qetilkirina Jîna Emînî, tişta li pey ma qêrîna jinan a azadiyê ya ‘jin jiyan azadî’ bû. Hikûmetê li dijî vê serhildana ku got wê dawiya wan bîne, dadgerên darvekirinê xistin dewrê.