Li Bismilê ‘Rojên Fîlman’ dest pê dike
- 12:05 12 Îlon 2024
- Rojane
AMED - Şaredariya Bismilê dê li 5 parkên bajar çalakiya “Rojên Fîlman” bide destpêkirin.
Şaredariya Bismilê ya Amedê dê di navbera 15-24’ê îlonê de li 5 parkên cuda yên navçeyê çalakiya “Rojên Fîlman” li dar bixe. Di çalakiyê de dê fîlmên herêmî û biyanî yên dublajên wan bi kurdî û tirkî bên pêşandan û gelek fîlmên anîmasyonê yên taybet ji bo zarokan dê bên pêşandan. Ji bo pêşandana fîlman Parka Halîl Îbrahîm Oruç, Parka Vedat Aydin, Parka Kardeşlîk, Parka Kent Meydani û Parka Jinan a Rojê hatin bijartin.
Midûra Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bismilê Zehra Yuksekbag da zanîn ku ji bo hemû temenan fîlm hatine amadekirin û ji ber ku sînema û eywanên şanoyê li navçeya wan nînin, dê çalakiyên bi vî rengî bi domdarî bidomînin. Yuksekbag, got ku bi destpêkirina dibistanan re bi taybet jî dixwazin ciwan û zarok bi rêya van çalakiyan hinek ji stresê dûr bikevin.
Dîroka çalakiyan wiha ye:
* 15’ê Îlonê Saet 20.00: Cîranê Min Tororo - Parka Halîl Îbrahîm Oruç
* 16’ê Îlonê Saet 20.00: Evîn Di Rûyê Qirkirinê de - Parka Vedat Aydin
* 17’ê Îlonê Saet 20.00: Bîranên li Kevir Hatine Nivîsandin - Parka Kardeşlîkê
* 18’ê Îlonê Saet 20.00’ê: Qada Bajar
* 19’ê Îlonê Saet 20.00: Genco, Parka Jinê ya Rojê
* 20’ê Îlonê Saet 20.00: Cîranê Min Totoro - Parka Halîl Îbrahîm Oruç
* 21’ê Îlonê Saet 20.00: Çîroka Qralê Kirêt (Çirkin Kral Efsanesi) - Parka Vedat Aydin
* 22’yê Îlonê Saet 20.00: Biryareke Zor - Parka Kardeşlîkê
* 23’yê Îlonê Saet 20.00: Mala Bêban(House Without Roof) - Qada Bajar
* 24’ê Îlonê Saet 20.00: Navberê De - Parka Jinan a Rojê