Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga grevê
- 18:23 10 Îlon 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên mirovan ên rojhilatê Kurdistanê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji bo 16’ê îlonê banga greva giştî ya li Îranê kirin.
Salvegera duyemîn a Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin nêzîk dibe. Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û aktîvîstên mafên mirovan ên rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî ya li Îranê di 16’ê îlonê de kirin. Saziyên navborî têkildarî banga greva birçîbûnê daxuyaniyek belav kirin û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê tevî zext û tundiya rejîmê jî şoreşa wan daye destpêkirin têk neçe û jinan şoreşa herî modern a serdemê afirandin.
Di daxuyaniyê de bang li her kesî û saziyan hat kirin ku roja 16’ê îlonê ji malên xwe dernekevin û tev li çalakiya greva giştî ya li seranserî welat bibin.