TCŞ û TekoJIN’ê ji bo ‘Meşa dirêj’ banga tevlîbûna kirin
- 21:48 5 Îlon 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN ên li Almanyayê, banga tevlîbûna çalakiya "Meşa Dirêj" a ku wê li bajarê Bielefeld ê Almanyayê dest pê bike û li Duisburgê bi dawî bibe, kirin.
Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN ên li Almanyayê dijîn, banga tevlîbûna ”Meşa Dirêj" a ku wê li bajarê Bielefeld ê Almanyayê dest pê bike û li Duisburgê bi dawî bibe, li ciwanan kirin.
Berjîn Guneş li ser navê ciwanan daxuyanî da. Berjîn Guneş bal kişand ser tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo 25 sal in di bin tecrîdeke dijmirovahî de ye. Dewleta Tirk a faşîst di şexsê Rêbertiyê de dixwaze gelê Kurd dîl bigire. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e. Weke ciwanên li Elmanyayê dijîn, em li hemberî vê tecrîdê û êrîşa li ser azadiya xwe bêdeng namînin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên li Ewropayê dikin ku beşdarî çalakiya 'Meşa Dirêj' a ku di navbera 15-20'ê Îlonê de li herêma NRW’ê ya Elmanyayê bê lidarxistin, bibin.”
Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo”, "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
Ciwanên ku wê beşdarî “Meşa Dirêj” bibin, wê li eyaleta NRW'ê di navbera 16 û 20'ê Îlonê de her roj li bajarên cuda bimeşin. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê li bajarên Bielefeld, Hamm, Dortmund, Essen û Duisburgê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dakevin qadan.
Agahiyên berfireh ên çalakiya "Meşa Dirêj" wiha hatin eşkerekirin:
15.09.2024 - Kombûn - Herbert Hinnendahl-Strasse 11, 33602 Bielefeld
15.09.2024 – Roj 1’emîn – Konferansa Rêber Apo
16.09.2024 – Roja 2’emîn – Bielefeld
17.09.2024 - Roja 3’yemîn - Hamm
18.09.2024 – Roja 4’emîn – Dortmund
19.09.2024 – Roja 5’emîn – Essen
20.09.2024 – Roja 6’emîn – Duisburg
Agahiyên têkiliyê
Mail: mesadirej2024@proton.me
Instagram: @mesadirej2024
Telegram: @mesadirej2024
TikTok: @mesadirej2024
X (Twitter): @mesadirej2024