Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da

  • 18:30 21 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÇEWLÎG - Li navçeya Solaxan a Çewlîgê Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan ya 96 salî  jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan ya 96 salî ku seranserê jiyana xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkhatina aştiyê têkoşîn meşand, li gundê Omeran a Solaxan a Çewlîgê li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Muhsîne ya pirsgirêkê wê yên tenduristiyê hebûn û nîvê bedena wê felç bû li gundê wê hat definkirin.