Li Brukselê ji bo Pexşan Ezîz û Şerîfe Muhammedî çalakî hat lidarxistin
- 21:38 26 Tîrmeh 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn li ber balyozxaneya Îranê ya Brûkselê çalakî hat lidarxistin.
Kurdistanî û çalakvanên siyasî bi pêşengiya KJAR, PJAK, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê ya derbarê parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye dayîn çalakî li dar xistin.
Girse seat di 14:00’an de li ber balyozxaneya Îranêya ya li Burukselê kom bûn, wêneyên çalakvanên siyasî yên di girtîgehên Îranê de tên girtin hilgirtin û bi berzkirina dirûşmeyan rejîma Îranê şermezar kirin.
Li ser navê komîteyên karên derve yên PJAK û KJAR'ê daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ji bo pêşî li biryarên hovane yên rejîma Îranê bê girtin, ji her demê pêtir pêdiviya me bi hevgirtin û piştgiriya bi hev re heye. Her çendî Îran cezayên darvekirinê li jinan û çalakvanên siyasî dibire, ew qas zû dawiya xwe tîne. Li Îranê asta hejarî û bêkariyê gihaye asteke pir xetere. Ew meleyên ku di bin navê olê de biryaran li ser jiyana mirovan digirin, bi xwe di nava dewlemendiyeke pir mezin de dijîn û jiyana gel bi tiştek nahesibînin. Li rex tirsandina çavê xelkê, ev xeteriyeke herî mezin a li ser civakê ye.”
‘Îran ji ber ji jinan ditirse cezayê darvekirinê dibire’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran ji ber bêdengiya saziyên navneteweyî cezayê darvekirinê jinan dibire û wiha domand: “Îran ji ber ku herî zêde ji jin û hêza jinê ditirse, her tim bi awayeke sîstemî li dijî jinan tev digere. Jina ku li malê ji hêla hevjînê xwe ve tê tepisandin, bi awayeke giştî jî ji hêla dewleta mêr ve tê perçiqandin. Heger îro Îran biryarên wisa dij mirovane digire û biryara darvekirinê li ser jinan û çalakvanên siyasî digire, ev yek di serî de ji ber bêdengiya sazî û dezgehên mafên mirovan e. Heya niha ti biryareke ber çav li ser vê rejîma hovane nehatiye stendin.”
Di daxuyaniyê de berxwedana girtiyên siyasî yên weke Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û bi hezaran ên li girtîgehan li ber xwe didin hat silavkirin û ev bang li her kesî hat kirin: “Îro em ji bo parastina canê wan, rizgarkirina jiyana wan berpirsyarin û lazime her kes, her sazî û her dezgeh bi vê hizrê tev bigere. Em bang li tevayî sazî û dezgehên ku di bin navê mafê mirovan de kar û xebatê dimeşînin dikin ku bila xwedî li erkên xwe yên mirovî derbikevin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji girtiyên siyasî re azadî”, “Bimre rejîma kuştin û sêdarê” û “Bimre rejîma li dijî jinan” bi dawî bû.