Li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirinên mafan
- 16:12 26 Tîrmeh 2024
- Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Marmarayê eşkere kir. ÎHD’a da zanîn ku li 23 girtîgehan di nava 3 mehan de girtî rastî 2 hezar û 916 binpêkirinên mafan hatine.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. Binpêkirinên di mehên nîsan, gulan û hezîranê di raporê de hene. Rapor, li avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hate eşkerekirin. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û endamên komîsyonê tevli civînê bûn.
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn diyar kir ku 11 jê ji girtîgehên Herêma Marmarayê bi giştî ji 23 girtîgehan 100 girtiyan serî li komeleya wan dane. Hat destnîşankirin ku ji serlêdanan 30 jê ji hêla girtiyên jin û 70 jî ji hêla girtiyên zilam ve hatine kirin.
Di 3 mehan de 2 hezar û 916 binpêkirin
Bi domdarî di raporê de hat gotin ku di serî de mafên jiyanê, yê tenduristî û tedawiyê, mafê ragihandinê, yê xweyîbûnê, grevên birçîbûnê, mafên xwegihandina edaletê û darizandina adilane, îşkence, derb û muameleya xerab, bi giştî 2 hezar û 916 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di berdewamê de hat diyarkirin ku bi taybet jî li dijî mafê jiyanê binpêkirin hatine kirin û di vê çarçoveyê de 8 binpêkirin çêbûne. Hûrgiliyên binpêkirina vî mafî wiha hatin rêzkirin: “Carekê gefa kuştinê hatiye xwarin, careke hewldana xwekuştinê çêbû, carekê hevalên qawîşê gefa kuştinê xwarin.” Di raporê de hat gotin ku di nava 3 mehên behsa xeberê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
Îmrali di rêza ewil de ye
Di berdewama raporê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin. Hat gotin ku Abdullah Ocalan û girtiyên din nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bikin. Hat gotin ku di nava 3 mehan de bi giştî 32 serlêdanên parêzer û hevdîtinan hatine redkirin.