33 Rêwiyên Xeyalê: Rêwîtiya bi hev re avakirina pira jiyanê bû

  • 09:03 20 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, 9 salên piştî 33 Rêwiyên Xeyalê  nirxand û got, “Ev rê rêwîtiya hevgirtina bi gel û avakirina pira jiyanê ya bi hev re bû. "Em ji qetlîamê bi hêrs in, em pir bêriya hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dan dikin, di vê salvegerê de divê em qala xeyal û rêwîtiya wan bikin."
 
Di 20'ê Tîrmeha 2015 de, bi banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), bi armanca dilsoziya bi gelê Kobanê re û ji bo ji zarokan re pêlîstokan bibin, 300 ciwan li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li hev civiyan û li ber baxçeyê Navenda Çandê ya Amara daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endamê Çeteya DAIŞ'ê Abdurrahman Alagoz êrîşeke bombeyî pêk anî û 33 Rêwiyên Xeyalê hatin kuştin. Di danişîna doza piştî qetlîamê de heyeta dadgehê li yekane bersûcê girtî Yakup Şahîn ê ku qet neanîn salonê 34 caran cezayê muebbetê yên giran birî. Rûniştina doza bersûcên fîrarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî dewam dike. Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş,  9 salên piştî komkujiyê nirxan.
 
Rêwîtiya berî bi 9 sal armanca wê pirek jiyanê ya bi hev re bû…
 
Ozlemê, anî ziman ku beriya bi 9 salan ciwan ji bo şahidiya Şoreşa Rojava û ji nû ve avakirina Kobanê derketin rê û diyar kir ku ev rêwitî di heman demê de ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke nû ava bike bû. Ozlemê got, “Ev rêwîtiya bi gel re û avakirina pira jiyana bi hev re bû. Li dijî şerê li Kobanê yê bi desteka rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya bi çeteyên DAIŞ’ê ve girêdayî re, rêwîtiya bi hev re avakirina aştiyê bû. Ev rêwitiya 9 salan bi vî rengî di wijdanê gelê me de jiya. 9 sal di heman demê de hesabek li dijî rejîma faşîst a ku bi qetlîamekê bersiv da rêwîtiya xeyalan. 20’ê Tîrmehê bûye roja me ya hesabpirsînê, 20’ê Tîrmehê bûye roja têkoşîna edaletê ya ku pêwîstiya gelên Tirkiyeyê gelekî pê heye. Çawa ku ew ji bo jiyana hevpar ketin rê, me jî bi hev re têkoşîna li dijî êrîşa terorîstên faşîst berfireh kir."
 
'Şoreşa rojava vebijêrka sedsala 21'ê ye'
 
Ozlemê diyar kir ku Şoreşa Rojava vebijarkek pir girîng a sedsala 21’ê ye û got, "Bi serhildana Gezî ya li ser axa Tirkiyeyê û bi hevgirtina Kobanê re ku di 6-8'ê Cotmehê û 1'ê Mijdarê de pêş ket, hêza têkoşîn û avakirina çarenûs bi hev re derket holê. Hikûmet neçar ma ku pira, hêza têkoşînê ya yekbûyî ji holê rake û tevgera azadiya Kurd tasfiye bike. Ji ber vê sedemê ji sala 2015’an û vir ve bi komkujî, rewşa awarte û biryarnameyên di hukmê qanûnê de li ser gelan teror hat meşandin. Rejîma yek kesî hat avakirin ku ev teror kir parçeyek ji rêveberiya rojane û her tişt xist bin kontrola serokê faşîst. Ji bo rejîma AKP-MHP'ê şerê hundir û derve parçeyekî birêvebirinê ye û stratejiya bingehîn a çareseriya pirsgirêka jiyanê ye."
 
'Dewleta Tirk dewleteke ku dikare komkujyan pêk bîne ye'
 
Her wiha Ozlemê anî ziman ku qetlîamên Amed, Dîlok, Pirsûs û Enqereyê hemû ji aliyê dewletê ve hatine kirin, lê tu ceza nehatiye dayîn. Ozlem got, “Dewleta Tirk a bûrjûva dewleteke ku di kêliyên cuda de dikare komkujiyên bi vî rengî pêk bîne ye. Ya ku di qanûn û destûra bingehîn de dibêje 'dewleta hiqûqê' rê li ber vê yekê nagire. Dadweriya ku ji sîstema dewletê ne serbixwe ye, li şûna ronîkirina qetlîaman, bi cezakirina kesekî weke ku qetlîam kiriye têr bû. Kesên ku bombekar anîne û cavdêrên wan jî diyar bûn, ji bo wan biryara lêgerînê nehat dayîn. Ji malbatan re jî bersûcekî ku karibin pirsan jê bikin nehat pêşkêşkirin. Polîsên ku li pêlîstokên di çenteyên hevalên me de geriyan jî ji ber ku êrîşkarê ku dihat zanîn lêgerîn nekirin, nehatin darizandin. Dadgehê kesek ceza kir, lê ev bûyer weke sûcê mirovahiyê nedît û bi sûcê 'kuştina bi qestî' ceza lê birî. Ji dewletên Ewropayê ne jî di dadgehan de û ne jî di warê têkiliyên siyasî yên bi Sûriye û Rojava re niqaşeke zelal derneket. Eger têkoşîna azadiyê bi hêztir bikeve dewrê, dibe ku destkeftiyên siyasî bên bidestxistin."
 
'Malbatên me li bendê ne ku li Pirsûsê bê xwedîderketin'
 
Ozlemê, anî ziman ku di vê heyamê de malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne çi dixwazin û got ku daxwaza wan a sereke ew e ku kesên  di komkujiyê de cih giritne, derxin pêşberî wan. Ozlemê wiha berdewam kir, “Di dozê de tenê bersûcek hebû, ji ber komkujiya Enqereyê dihat darizandin, di girtîgeha Sîncanê de bû û ev bersûc neanîn dadgehê. Malbatên me bi salan e li saloneke bê gumanbar Komkujiya Pirsûsê dişopînin. Malbat bi polîsê ku li hemberî komkujiyê tedbîr negirtin re rû bi rû nehatin. Dixwazin şahidiya Davutoglu ya wê demê bê eşkerekirin. Belgeyên ku ji herêma Sûriyeyê ya di bin kontirola Tirkiyeyê de ye tên dosyayê heme malat dixwazin agahiyên di van belgehan de bên vegotin. Ji bo qetlîamê tazmînat hat dayîn, ev pere jî ji bo malbatan gelek giran bû. Lê belê dihat gotin ku divê ciwanan bizanibûya cihê diçinê herêma şer e û ji ber vê cezayê rêveberiyê ji sedî 50 kêm kir.  Malbata dibêjin ku wêneyên şehîdên wan yên Pirsûsê wekî ku dijqanûnî bin tên nîşandan, dixwazin ev biryar bê betalkirin. Malbat li bendê ne ku zêdetir li Pirsûsê xwedî bê derketin. Piştgiriya me ya ji bo Pirsûsê ji bo malbatan hêvî ye."
 
'Xeyalên wan çi dibe bila bibe, em behsa wan xeyal û rêwîtiyê dikin'
 
Herî dawî Ozlemê ev tişt anî ziman: “Pirsûs birîna me ya nepêçandî ye. Pirsûs bedelek e ku em dikarin hilirin. Me serkeftinên mezin bi dest xistin. Me têkoşîneke yekbûyî ya mezin organîze kir. Me têkoşîna ku tovên xweşik di dilê gelê me de çandin da. Her serkeftinek bedeleke wê  heye, lewra me bedelên bêhejmar dan. Em ji qetlîamê hêrs dibin, em pir bêriya hevalên xwe yên winda dikin, lê di heman demê de baweriya wan a şopandina xeyalê di mejiyê me de ye. Di vê salvegerê de ez bang li her kesî dikim ku bi hev re li ser van biaxivin. Xeyalên wan çi dibin bila bibin, em behsa wan xeyal û rêwîtiyê bikin. Axaftin, bîranîn û nîşandana fîlman hene, ez bang li her kesî dikim ku beşdarî van çalakiyan bibin.”