Ji welatên Îskandînav bi sedan name ji CPT’ê re şandin
- 15:44 8 Tîrmeh 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li welatên Îskandînav jinan nerazîbûn nîşanî tecrîda mutlaq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, da û bi sedan name ji CPT’ê re şandin.
Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) kampanyaya nameyan a gerdûnî dewam dike.
Di çarçoveya kampanyayê de, bi sedan nameyên bi îmze yên li welatên Îskandînav Swêd, Danîmarka, Norweç û Fînlandiyayê hatine komkirin, ji navnîşana CPT’ê re hatin şandin.
Li ser navê meclîsên jinên Kurd, komun û înîsiyatîfên li welatên navborî, daxuyaniyên hevpar hatin dayîn û hate destnîşankirin ku tecrîd nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her qadê têkoşîn were geşkirin û di serî de CPT bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.