Li Şengalê êrişa bombeyî: Nûçegihanên Çira TV, Çira FM birîndar bûn

  • 13:49 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê di encama êrişeke bombeyî de nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.
 
Tîmek ji rojnamevanên Şengalê ku nûçegihanên Çira TV û Radyoya Çira FM'ê di nav de bûn, ji bo wergirtina hevpeyvînê têkildarî salvegera 10'emîn a fermanê çûn Til Qesebê, lê di vegerê de li Şengalê bûn hedefa êrişeke bombeyî.
 
Di encama êrişê de wesayita rojnamevanan teqiya û 2 rojnamevan û ajokarê wesayitê birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e û ew rakiriye Nexweşxaneya Mûsilê.
 
Herdu birîndarên din jî li Şengalê têne dermankirin.
 
Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.