OHD ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serlêdan kir
- 12:32 5 Tîrmeh 2024
- Rojane
SEMSÛR - Parêzerên OHD’î ji bo ku tecrîda li Îmraliyê “di cih de bê lêkolînkirin” serî li Baroya Semsûrê dan.
18 parêzerên ku li Baroya Semsûrê qeydkirî ne, di pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 40 meh in agahî jê nayê wergirtin serî li baroyê dan. Parêzeran li ber avahiya xizmetê ya baroyê daxuyanî dan.
Yûsûf Ozperçîn ê OHD’î bi bîr xist ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên ragirtin agahî nayê wergirtin. Ozperçîn, bal kişand ku xebatên pîşeyî yên parêzeran bi awayekî dij hiqûqî hatine astengkirin û wiha got: “Di 22’yê çileya 2024’an de serî li Wezareta Dadê hatibû dayîn ku li girtîgehê di cih de lêkolînek bê kirin, rewşa girtinê ya bi fikar bi dawî bibe û bêyî tu sînordayînek hebe hevdîtina bi parêzeran re pêk were. Lê wezaretê hêj ji serlêdanê re bersiveke erênî nedaye.” Ozperçîn, di daxwaznameya serlêdanê de hate diyarkirin ku divê baro li dijî vê bikevin nava tevgerê.”
Daxwaza lêkolînê
Parêzeran piştî daxuyaniyê daxwazname dan Baroya Semsûrê. Di daxwaznameyê de bal kişandin ser çalakiya ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dane destpêkirin. Di daxwaznameyê de hate destnîşan kirin ku bersiv nedayîna serlêdanên li dijî tecrîdê tên kirin li dijî hiqûqê ye. Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku cezayên dîsiplînê yên ji girtiyan re hatine dayîn derveyî hiqûqê ne û dan zanîn ku rayedar sûcên binpêkirina qedexeya îşkenceyê dikin. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku baro biçe girtîgehê û di cih de lêkolînê bike.