Franzîska Stîer ji wezîr pirsî: Bi salan agahî negirtin ne tecrîde?

  • 09:03 30 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE- Sekretera Giştî ya BastA Franzîska Stîer, der barê tecrîda  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bersiva wezîrê dadê şîrove kir û got: “Di hucreyê de girtin, qedexekirina hevdîtina malbat an jî parêzeran, şertên îşkence û binçavkirinê hûn li gorî kîjan têgehan dinirxînin? Gelo hûn vê çawa bi nav dikin?”
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û li cîhanê tecrîd tê protesokirin. Ji bo çarseriya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî didomin. Çalakî, meş, kampanya ji aliyê gelan ve tên meşandin û tê diyarkirin ku mifteya çareseriya pirsgirêkê Abdullah Ocalan e.  
 
Sekrtera Giştî ya BastA Fransîzka Stîer tecrîd û israra Tirikyeyê ya neçareseriya pirsgirêka Kurd ji ajansa me re nirxand.
 
*Bi salan e li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin û yek agahiyek jê nayê girtin. Hûn vê pergala li dijî mafê mirovan çawa dinirxînin?
 
 Em fikarên dostên xweyên li Ewropayê dijîn dizanin. Herî dawî li Roja Greva Jinan de jinên ciwan ji bo kampanyayê îmze kom kirin. Hepsa hucreyê îşkenceye û rewşa Birêz Ocalan bi taybet bi xetere ji ber bi salane agahî jê nayê girtin. Em der barê tenduristiya wî de tiştekî niznain. Ev rewş mirovên li Ewropayê dike fikaran. Heman demê de Besna Erol ya ku kurê wê di komkujiya Pirsûsê de hat qeitlkirin û ji ber di cenazeyê dewlet berpirs dît 7 sal ceza lê hat birîn û bi hezaran kesên digirtîgehan de hene. Dayikên Şemiyê, malbatên Pirsûsê û biryara doza Kobanê li holê ye. Biryarê dadgehê  bandor li ser hezaran kesî dike. Têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan di heman demê de zext û bêdadiyê sembolîze dike. Lê li pêş me hêvî heye. Çîroka Julîen Assange nîşan daye zexta li ser rayagiştî û netew dewletan alîkariyê dide.
 
*Tecrîda giran didome lê li Tirkiyeyê wezareta dadê got tecrîd tuneye û îşkence înkar kir. Hûn der barê nirxandinên wan de çi difikirin?
 
 Di hucreyê de girtin, qedexekirina hevdîtina malbat an jî parêzeran, şertên îşkence û binçavkirinê ew li gorî kîjan têgehan dinirxînin? Gelo vê çawa bi nav dikin! ev ne tecrîde çiye gelo? Rewşa Birêz Ocalan û kesên gel wî baş tê dîtin. Titşekî zêde bê gotin tuneye li gorî min.
 
*Gelê Kurd ji bo çareseriya aştiyane çalakiyan pêk tîne, diyalogê dixawze û  Tirkiye nêzî aştiyê nabe. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Sirri Sakik di hevdîtina bi çavdêrên hilbijartinê re destnîşan kir ku gelê Kurd aştiyê dixwaze û bi dehan carî jî ev îspat kirine. Her kes dizane ku dema hilbijartinan de ji bo dengan leşker şandine herêmê û xwestine hêza dengan a Kurdan kêm bikin. lê bi sedhezaran kes çûn ser sindoqan û bersivek demokratîk dan. Dema encam li Wanê nehatin nasîn mriovan bi riyên demorkatîk mafên xwe parastin. Dengên xwe biserkeftî girtin. Lê pêkanîna dijdemokratîk li Colemêrgê didome.  Hikûmeta AKP’ê  jî dît ku bi qeyûman bi rêve naçin.  Hemû gelên Tirkiyeyê azadî û ewlehiyê, aştiyê hqe dikin. Ji bo vê jî têkoşîna tê dayîn mafdare. HDP, DEM Partî, jin sendîka, LGBTÎ û komên ekolojîk vê dikin.Em vê li Baselê ji ji bo piştevaniya Wanê jî dikin. Ji ber em jiyaneke ku zext têde tune heq dikin.
 
 *AKP-MHP li dijî Kurdan tecrîdê dimeşîne û bi vê jî sîno nema bi qeyûman didomîne. Li djî mafê mirovan hûn hevkariya dewletan a bi Tirkiyeyê re çawa dinirxînin?
 
Ev rewşeke bi êş e.  Welatiyên Ewropa her tim di angajmanên navneteweyî de nirxên Rojava û mafê mirovan tîninz iman. Lê di encamê de dizanin ku der barê mê mirovan de çit ê kirin û sûcên li hember mafê mirovan di kîjan astê de ye.  Ev mrovan matmayî dihêle. Li vir ji bo mafê mirovan ji holê bê rakirin partiyên rastgir û radîkal di bilindbûnê d ene. Piştgiriyê didin hev. Çekan didin hev. Bazgiraniya madeyan dikin.  Ji ber vê jî divê em li her derê li dijî netewperestî, nîjadperestiyê rabin ser piyan. An jî wê şansê me yê parastina maf û demorkasiyê tunebe.
 
*CPT li dijî tecrîdê bêdenge. Biryarên DMME’yê ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk nayê. Divê li dijî Tirkiyeyê çawa bikevin tevgerê, qada navneteweyî divê çi bike?
 
Di vê rewşê de pêşniyarên çareseriyê jî zehmet dibin. Mirovên ji Tirkiyeyê hatine û li vir mezin bûne her roj bi nîjadperestiyê re tên rû hev. Piranî jivan ji bo ji vê birevin xwe li îmaja baş a Tirkiyeyê dipêçin. Lê netewperestî û nîjadperestiya li Ewropayê divê ji bo rewakirina netewperestî û nîjadperestya Tirkiyeyê neyê bikaranîn.nîqşaên mezin yên siyasî navbera lîberal û partiyên radîlal yên rastgir de tê kirin. Tiştekî baş ji bo jin, ciwan, karker ûpenaberan tuneye. Banga pêkanîna li hember Tirkiyeyê ferze. Divê peymana penaberan bidawî bibe. Bi vê biryarê Ewropa dikare ji şantajê xilas bibe.