Mamosteyê faîlê destdirêjiya zayendî hat girtin
- 08:59 18 Hezîran 2024
- Rojane
ŞIRNEX - Li Silopiyayê mamosteyê destdirêjiya zayendî li 3 xwendekaran kir hate girtin.
3 xwendekarên dibistana amadehiyê ku li wargeha mêran a li navçeya Silopiya ya Şirnexê diman, ragihandin ku mamosteyê wan destdirêjiya zayendî li wan kiriye.
Piştî ku zarokan serpêhatiya xwe bi rêveberiya dibistanê re parve kirin, midûriyeta polîsan hate agahdarkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Silopiyayê têkildarî destdirêjiya zayendî destpêkirî de îfadeya her 3 xwendekaran hate wergirtin. Di çarçoveya îfadeyên xwendekaran de mamoste Sadûn V. hate binçavkirin.
Sadûn V. yê piştî îfadeya dozgeriyê sewqî dadgehê hate kirin bi sûcê “îstîsmara zayendî ya li zarok” hate girtin û şandin girtîgehê.