Ji TEV-DEM’ê peyama Cejna Qurbanê
- 11:32 15 Hezîran 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê Cejna Qurbanê li tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê pîroz kir û hêvî kir ku ev bibe wesîleya aştî û hezkirinê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand. Di destpêka peyamê de Cejna Qurbanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, birîndarên şer, berxwedêr û têkoşerên azadiyê û tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê hat pîroz kirin.
Di peyamê de hate diyarkirin ku cejn û bone xwedî gelek wateyên exlaqî yên mezin e û wiha gotin, cejn rihê lêborîn, jiyana hevbeş a navbera gelan û çandên cuda yên ku wateyên çandî û exlaqî parastin, îfade dike.
Di dewama peyamê de hate gotin, "Em bi hêvî ne ku aştî û çareseriya siyasî ya nîştimanî li gelemperiya Sûriyeyê û herêmê pêk werin. Nemaze ku em di pêvajoyeke wiha de ne ku pêwîstî bi çareseriyên rasteqîn ên adilane hene da ku vê boneyê veguherînin wesîleya pêkanîna hêviyên gelan. Dirêjkirina temanê aloziyê tê wateya lawazkirina hêviyan.
Di dewama peyamê de pêkanînên dewleta tirk hatin destnîşankirin û wiha hat domandin, "Dewleta tirk a dagirker bi awayekî derexlaqî destwerdanê li kar û barên Sûriyeyê dike. Dewleta tirk li pêşiya çareserî, diyalogên siyasî yên navxweyî digire, aloziyan kûrtir dike, her wiha bi çeteyên xwe re dixebite da ku tevahî cejn û boneyên veguherîn rojên terorî û nehêlin ku civak urf û nirxên xwe yên exlaqî pêk bînin. Dewleta tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmên ewle cûreyên herî hov ên binpêkirinan pêk tînin. Bi balafirên xwe yên şer û yên bê mirov serdestiya welatên derdorê dike hedef û rojane sivîlan dike armanc. Hikumeta AKP’ê ya tu girîngiyê nade cejn û nirxên mirovî di rojên pîroz de jî çekên kîmyewî li dijî gelê me bi kar tîne."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em di wê baweriyê de ne ku bi rêya diyalogên navxweyî yên bêyî destwerdanên herêmî û navneteweyî aştî û hezkirin li herêmê pêk werin. Her wiha hêviyên gel bi cih werin, xweşiya cejnê li rûyê zarokên û gelên herêmê vegerin. Bi vê rêbazê dê tevahî koçber bi ewlehî vegerin warê xwe."