ÎSÎG: 5 jin û du zarokan jiyana xwe ji dest da

  • 13:07 13 Hezîran 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Meclisa ÎSÎG’ê ragihand ku di 5 mehên ewil ên salê de 738 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ji van karkerên jiyana xwe ji dest dan 5 jê jin û 2 jê jî zarok in. 
 
Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) “Rapora Cînayetên Kar a 2024’an” parve kir. Li gorî raporê; di 5 mehên ewil ên salê de 738 karkeran di “cînayetên kar” de jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat gotin ku li gorî rêjeya mirinan, di her 5 rojan carekê de karkerekî jiyana xwe ji dest daye, di meha çileyê de 161, di sibatê de 149, di adarê de 124, di nîsanê de 165 û di gulanê de jî 139 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 28’ê karkeran di qezayên trafîkê de, ji sedî 21’an di encama eciqîn û hezazan de, ji sedî 17’an ji ber ketina ji cihên bilind û ji sedî 34’an jî ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane. 
 
ÎSÎG’ê da zanîn ku di meha gulanê de 139 karkeran jiyana xwe ji dest dane û ji van 15 jê li Stenbolê, 8’an jê li Bursayê, 7’an li Enqereyê, 6’an li Rihayê û 5’an jî li Aydinê jiyana xwe ji dest dane. Ji karkerên di gulanê de jiyana xwe ji dest dayîn 39 jê ji beşa înşaet û rêyê, 25 jê karkerên çandiniyê û daristanan, 22 jê ji sektora veguhestinê, 8 jê ji karê metalê û 7 jî ji beşa kar a hewînê bûn.  Herwiha di roporê de hat diyarkirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 5 jê jin û du jî karker in.