Ligel xirbeya ku qeyûm hişt dê xizmetê bidin
- 09:04 9 Hezîran 2024
- Rojane
Rojda Aydin
ERZIROM - Hevşaredara Gogsiyê Bahar Goksû ku dibêje “Me şaredariyeke ku bûye wek xirbeyan girt". diyar kir ku piştî giştînameya hatiye parvekirin astengiyek mezin li pêşiya wan çêbûye. Bahar, da zanîn ku ligel hemû astengiyan jî ew ê xizmetê bidin gelê xwe û gotin: “Bila gelê me li me bawer be.”
Navçeya Gogsî ya Erziromê ku bi dîrok, çand û nasnameya xwe tê naskirin, weke her car nasnameya xwe diparêze. Weke hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019’an, di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de jî gel li ser sindoqan bersiv da desthilatdariyê. Di hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019’an de dema ku qeyûm tayînî şaredariyê bû, gel tevî rejîma qeyûman jî di 31’ê Adarê de dengê xwe da Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). DEM Partî ku ji sedî 54,57’ê dengan bi dest xist, ji bo texrîbatê ku ji aliyê qeyûm ve hatine avakirin û gazindên gel ji holê rabikin ketine nav xebatan.
Şaredariyên DEM Partiyê ji ber giştînameya tedbîrên teserûfê ya ku ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat weşandin, ji xizmetê re dibe asteng.
Têkildarî mijarê Hevşaredara Goksî Bahar Goksû ji ajansa me re axivî.
‘Em di bin xirbeyan de ne’
Bahar, anî ziman ku du serdemin qeyûm tayînê Şaredariya Gogsî tê kirin û got ku her çend di salên 2014 û 2019’an de şaredarî bi dest xistine jî rastî rewşeke nebaş hatine. Bahar, lêv kir ku piştî qeyûm hat tayînkirin tu xizmet ji gel re nehatiye kirin, tenê ji bo hin beşên civakê li gorî rêjeya dengên xwe xizmetê kirine. Bahar, wiha domand: “Bi taybetî li gund û navenda navçeyê rê di rewşeke pir xerab de ne. Welatî nikarin biçin navçeyê û bên. Dema digihêjin jî maşîneyên wan zirareke mezin dibîne. Ji ber vê jî gel bi îşkenceyê re rû bi rû ye. Dema em hatin vir, şaredarî bi ferqeke mezin qezenç kir, li şaredarî û odeyên wê qelebalixeke mezin çêbû. Gel gelek bi hêstiyar e. Em timî minetdarê gelê xwe ne, ew her tim piştgiriya me dikin. Gelê me teqez vê rewşê heq nake. Gel ji xizmetê gelek bêpar maye û her tim hatiye paşguhkirin. Her meh hinek dahat ji şaredariyê re dihat dayîn, lê bi temamî tu xizmet nehatiye kirin. Ez dixwazim vê ji gelê me re ragihînim; divê em pir bi sebir bin, em hewl didin xwe bigihînin hemû kesî. Ji ber ku ji kesî re xizmet nayê kirin, niha li şaredariyê qerebalixek mezin heye. Em niha di bin xirbeyan de ne.”
‘Astengiyên mezin dan pêşiya me’
Bahar, destnîşan kir ku ew her tim bi gel re ne û wiha axivî: “Bi taybetî dema em li navenda navçeyê dinêrin, wisa xuya dike ku em gelek li paşve mane. Li navenda navçeyê paşveçûnek mezin heye. Li navçeyê tu tesîsên civakî û qadên çalakiyên civakî nîn in. Projeyên me ji bo çêkirina herêmên wiha hebûn, lê mixabin astengiyek mezin dan li pêşiya me. Niha em nikarin tu avahiyan ava bikin, em nikarin wesayitekê bikirin, em nikarin wesayitekê kirê bikin, gelek welatiyên ku nikarin nan bînin malên xwe hene. Lê em nikarin alîkariya van kesan bikin, nikarin kesekê bigirin kar. Ji ber vê yekê ez gelek xemgînim. Ez ji bo ku alîkariya gel bikim hatim vê derê. Lê bi vê giştînameya nû astengiyek mezin dan pêşiya me. Tevî her tiştî jî ez bi gel re me. Belê, belkî em nikaribin avahiyên nû ava bikin, lê ez li vir im ku her hewcedariya welatiyan çareser bikim.”
Li Gogsî bikaranîna tiryakê zêde bûye
Bahar, bal kişand ku li Gogsiyê saziyek ku bi taybetî di warê zimanê zikmakî de perwerdehiyê bide tune ye û diyar kir ku ew niha giraniyê didin perwerdeya zimanê zikmakî. Bahar, got ku li navçeyê saziyeke perwerdeyê ya taybet an jî navendeke xwendinê tuneye û wiha domand: “Xwendekar ji ber pirsgirêkên aborî nikarin biçin saziyên perwerdeyê yên taybet jî û neçar dimînin dev ji dibistanê berdin. Rêjeya tiryakê li dibistanan pir zêde bûye. Em hewl didin vê rêjeyê bigihînin asta herî nizim. Ji ber ku tu çalakiyên civakî, qadên civakî û avahiyên çandî yên ku ciwan karibin dema xwe tê de derbas bikin tune, dikevin nava valahiyeke mezin û berê xwe didin tiryakê. Em difikirin ku li hemberî vê yekê tûrnûvayên futbolê li dar bixin, herî kêm ji bo ciwanan wê bibe çalakiyek civakî. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi bernameyên wiha ciwanan ji wê valahiyê rizgar bikin. Ji ber ku li vir qada çalakiya civakî nîne, karmendên dewletê yên ji derve tên jî di nav valahiyeke mezin de ne. Hin memûrên ku tên jî naxwazin li vir bimînin. Bi taybetî dema ku em serdana nexweşxaneyan dikin, daxwaza yekem a karmendan qada çalakiya civakî ye.”
Daxwaza zarokan ‘parqek’ e
Bahar, anî ziman ku ew her tim dixwaze xebatên li ser jinê esas bigire û destnîşan kir ku jin li gorî herêma ku lê dijîn tu carî nikarin xwe azad îfade bikin. Bahar, diyar kir ku ji ber jin xwe nikarin îfade bikin pirsgirêkek mezin e û wiha pê de çû: “Di dema serdama qeyûman de ne li navenda navçeyê û ne jî li gundan ji bo zarokan tu xebatek nehatiye kirin. Bi taybetî dema ku ez diçim gundan ji zarokan dipirsim ka çi dixwazin. Bersiva zarokan ji bo vê ‘her çend biçûk be jî parkek’ e. Ji bo ku xwestekên zarokan pêk werin çi ji destên me bê em ê bikin. Em di nava hewldanê de ne ku li navenda bajêr qadeke ku jin bi rihetî rûnin û sohbet bikin ava bikin. Belê, dibe ku em nikaribin avahiyek nû ava bikin an jî cîhek nû kirê bikin, lê em dikarin tiştên ku hene bikar bînin. Bila jin li ser piyan bisekinin em ê her tim li her derê li pişt wan bin.”
‘Bila gel li me bawer be’
Bahar, di dawiya axaftiana xwe de wiha got: “Di nava projeyên me de avakirina kooperatîfek li ser şîr û hilberînên şîr heye. Piştî ku ev giştîname tên ber me, em bi destên xwe yên girêdayî radiwestin. Bi taybetî em alîgirê wê yekê nîn in ku keda jinan vala bê derxistin. Ez dixwazim jin tiştên ku bi xwe çêdikin bifiroşin. Ger tu astengî li pêşiya me neyên danîn, em ê her tiştî bikin da ku jin hemberê keda xwe bigirin. Ger em nikaribin kooperatîfek jinan ava bikin jî hewzeke me heye. Em ê wê bikin qadeke tesîsên civakî û ji bo jin karibin berhemên xwe bifroşin. Di dawiyê de ez dixwazim vê peyamê bidim raya giştî; bila gelê me her tim hestiyar be. Belê, dibe ku hin astengî li pêşiya me hatibin danîn, lê em her tim li kêleka gelê xwe ne, bi taybet jinan. Bila gel li me bawer be.”