Siyasetmedar Leyla Zana diçe Colemêrgê
- 11:07 5 Hezîran 2024
- Rojane
COLEMÊRG - Siyasetmedar Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li dijî tayînkirina qeyûm diçin Colemêrgê.
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Akiş ê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywîrê hate wergirtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. Bertekên li dijî qeyûm didomin. Tê payîn ku siyasetmedar Leyla Zana û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bên bajêr.
Leyla û Tûncer ên tê payîn ku saet di 13.00’an de diketina bajêr de bin dê li vir bi girseyî bên pêşwazîkirin. Tê payîn ku Leyla û Tûncer piştî pêşwazîkirinê dê bi girseyê re ber bi navenda bajêr ve bimeşin.