Mirina bi guman a xwendekara zanîngehê
- 13:04 29 Gulan 2024
- Rojane
ANTALYA - Xwendekara zanîngehê Ceylan Demîr li Alanyayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Alanya ya Antalyayê Ceylan Demîr (22) a li Zanîngeha Alaaddîn Keykubat ku beşa mamostetiya polê dixwîne, li wargeha ku lê dima di odeyê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Ceylan li odeya wargehê bêtevger hat dîtin. Hevalên wê agahî dan tîmên tenduristiyê û hatin cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku Ceylan miriye û cenaze ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.