Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Têkoşîna hezar hefteyî' derket
- 09:10 27 Gulan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 232’yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Têkoşina hezar hefteyî” derket û bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê ku 1000 hefte li pey xwe hişt.
Rojnameya Xwebûnê di vê hêjmara xwe de bi minasebeta hefteya windakiriyan, bal kişand ser çalakiyên Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan û manşeta “Têkoşîna hezar hefteyî” derxist pêş.
Rojnameyê dîsa mijara cezayê 6 mehan ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birîne jî derxist pêş û cih da nirxandinên Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica.
Rojnameyê di rûpala Jinê de jî cih da lêkolîna Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ya ku li ser zimanê zayendperestî ku çawa di ferheng, pirtukên rêziman û biwêjan de derdikeve pêş.
Rojnameyê di rûpela kirmanckî de jî bal kişand ser mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî.