Şêniyên Til Temirê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
- 14:12 15 Gulan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Til Temir û Zirganê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi sedan şêniyên Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.
Meşê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest pê kir û li dawiya Kolana Şehîd Omer Baravî rawestiya. Li wir, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Hesekê Ebdurehman Hisên axivî û got: "Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin ku ji zêdetirî 25 salan ve berdewam e.”
Ebdurehman wiha domand: "Dewleta tirk nikare vîna gelê me bişikîne. Em serî natewînin û dê çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest bixin."
Endama rêveberiya Komîteya Aboriyê Semah Hemadî bi navê Meclisa Bajarê Zirgan axivî û got: "Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî şermezar dikin. Bêdengiya wan, şermek e li eniyê mirovahiyê û cîhanê.”
Semah destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dest bixin dê li qadan bin.