Di dawetê de gule hat reşandin: Jinek bi giranî birîndar bû
- 18:16 7 Gulan 2024
- Rojane
RIHA - Di daweteke li navçeya Serêkaniyê de gule hatin berdan û welatiya bi navê Zemzem Ozdemîr a ducanî bi giranî birîndar bû. Pitika Zemzem Ozdemîr, jiyana xwe ji dest da.
Di daweteke li Taxa Hamzababa ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê de komekê gule berdan. Guleyek li welatiya bi navê Zemzem Ozdemîr (34) ket û bi giranî birîndar bû. Zemzem ducanî bû û pitika wê 3 mehî bû. Ozdemîr rakirin nexweşxaneya navçeyê û piştî midaxileya ewil sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Harranê hate kirin. Zemzem Ozdemîr li vir hate tedawîkirin lê pitika wê ya sê mehî jiyana xwe ji dest da.
Tedawiya Zemzem Ozdemîr didome
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de kesên bi navên C.K. û F.K. hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.