DEM Partî: Heta karker ji vir neçin em bi cihekî ve naçin
- 13:41 1 Gulan 2024
- Rojane
STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê tev li meşa 1’ê Gulanê ya li Saraçhaneyê bû wiha got: “Heta ku çîna karkeran ji vir neçe em jî dê ji vir neçin.”
Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya tê xwestin li Taksîma Stenbolê bê kirin bi hezaran kes li Saraçhaneyê kom bûn. Polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kirin. Li hin noxteyên Saraçhaneyê girse bendemayîna xwe didomîne. KESK û DÎSK’ê daxuyaniya “çalakî bi biryara komîteya amadekar hatiye bidawîkirin” da. Girseyê bertek nîşanî vê biryarê da.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî wiha got: “Heta ku çîna karkeran ji vir neçe em jî dê ji vir neçin.”