Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
- 08:12 23 Nîsan 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê yên li Belçîkayê girtin.
Polîsan duh bi şev ser studyoyên navenda nûçeyan ên Stêrk TV û Medya Haberê yên li Belçikayê girtin.
Polîsan Belçîkayê, avahiyên studyoyên nûçeyan dorpêç kirine û nahêlin xebatkarên televîzyonê têkevin hundir.
Balkêş e ku ev serdagirtinên studyoyên televîzyonan, piştî serdana duh ya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Herêma Federe ya Kurdistanê pêk hatin.