Zeviyên Westanê bi kesk, sor û zer xemilî
- 09:05 13 Hezîran 2023
- Galeriya Jinê
WAN - Zeviyên Westanê ya ku di navbera Çiyayê Artosê û Gola Wanê de mayî bi hatina biharê re bi rengên kesk, sor û zer xemilî.
Navçeya Westana Wanê ya ku li quntara Çiyayê Artosê hatiye avakirin hem bi xwezaya xwe û hem jî bi dîroka xwe navdar e. Di her çar demsalê de bi rengek cuda derdikeve pêşberî me. Zeviyên Westanê niha bi xecxecok û kulîlkên zer xemilî ye. Zeviyên Westanê ya ku di navbera Çiyayê Artosê û Gola Wanê de mayî bi rengê xwe bala turîstan dikişîne.
Dîmen û wêne: Zelal Tunç