Jinên Xelfetiyê: Hevserokên me ne bi tenê ne

  • 09:05 5 Mijdar 2024
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Jinên Xelfetî diyar kirin ku ew ê li hemberî tayînkirina qeyûman li ber xwe bidin û gotin, "Em ê destûrê nedin qeyûman. Em ê li her qadê li ber xwe bidin."
 
Do serê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlihê û Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ne, qeyûm hatin tayînkirin.
 
Jinên Xelfetî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.
 
Desteserkirina îradeyê
 
Endama Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Ayşe Yeşîltepe diyar kir ku ew ê li hemberî qeyûman li ber xwe bidin û got, "Em ê polîtîkayên qeyûman qebûl nekin. Cara duyemîn e heman tiştî dikin, berê jî kirine. Desteserkirina îradeyê ye."
 
Peyama berxwedanê
 
Hevseroka Navçeya Xelfetiyê ya DEM Partiyê Aslihan Çîftçî diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên qeyûman li ber xwe bidin û wiha got: "Em bi ser dikevin, bi zilmê hewl didin ji destê me bigirin. Edalet nîne. Em ji sindoqan derketin û bi ser ketin. Tişta ku me heq kiribû me girt. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Em ê vê zilmê tu carî qebûl nekin."
 
'Em ê destûrê nedin qeyûman'
 
Naîle Denîz diyar kir ku wan danê sibehê agahiya qeyûm tayîn kirine, girtine û got, "Em ê dest ji hevşaredarên xwe bernedin. Em ê her tim li cem wan bin. Ger hewce bike em ê ji bo mafên xwe bimirin. Em ê destûrê nedin qeyûman. Em ê li her qadê li ber xwe bidin."
 
'Em qebûl nakin'
 
Dursun Keskîn, diyar kir ku di saetên sibehê de xalên cuda yên Xelfetiyê hatin dorpêçkirin û got, "Em ê li ber xwe bidin. Em her tim hebûn û dê hebin. Piştî her hilbijartinê şaredariyên me ji me digirin. Em qebûl nakin."