Çawîşê pispor jinek qetil kir
- 21:38 21 Mijdar 2024
- Rojane
ÎDIR - Çawîşê pispor Ferdî Bagci, Esra Bagci ya ku xwest dest jê berde qetil kir.
Li Îdirê jina bi navê Esra Bagci (25) ji aliyê çawîşê Pispor Ferdî Bagci ku pê re di asta destberdanê de bû hat qetilkirin. Hat hînbûn ku gumanbar Ferdî Bagci bi îdiaya ku pê re biaxive Esra li wesayîtê kir li riya tesîsa çopê ya ydê şaredariyê ya Yenî Mahaleyê qetil kiriye.
Çawîşê Pisor Ferdî Bagci piştî qetilkirinê teslîmê cendermeyan bû. Cenazeya Esra Bagci ya ku dayika zarokekî du salî bû rakirin morga nexweşxaneya dewletê ya Îdirê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.