Jinên Xelfetiyê: Hevserokên me ne bi tenê ne 2024-11-05 09:05:27   Derya Ren   RIHA - Jinên Xelfetî diyar kirin ku ew ê li hemberî tayînkirina qeyûman li ber xwe bidin û gotin, "Em ê destûrê nedin qeyûman. Em ê li her qadê li ber xwe bidin."   Do serê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlihê û Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ne, qeyûm hatin tayînkirin.   Jinên Xelfetî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.   Desteserkirina îradeyê   Endama Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê Ayşe Yeşîltepe diyar kir ku ew ê li hemberî qeyûman li ber xwe bidin û got, "Em ê polîtîkayên qeyûman qebûl nekin. Cara duyemîn e heman tiştî dikin, berê jî kirine. Desteserkirina îradeyê ye."   Peyama berxwedanê   Hevseroka Navçeya Xelfetiyê ya DEM Partiyê Aslihan Çîftçî diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên qeyûman li ber xwe bidin û wiha got: "Em bi ser dikevin, bi zilmê hewl didin ji destê me bigirin. Edalet nîne. Em ji sindoqan derketin û bi ser ketin. Tişta ku me heq kiribû me girt. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Em ê vê zilmê tu carî qebûl nekin."   'Em ê destûrê nedin qeyûman'   Naîle Denîz diyar kir ku wan danê sibehê agahiya qeyûm tayîn kirine, girtine û got, "Em ê dest ji hevşaredarên xwe bernedin. Em ê her tim li cem wan bin. Ger hewce bike em ê ji bo mafên xwe bimirin. Em ê destûrê nedin qeyûman. Em ê li her qadê li ber xwe bidin."   'Em qebûl nakin'   Dursun Keskîn, diyar kir ku di saetên sibehê de xalên cuda yên Xelfetiyê hatin dorpêçkirin û got, "Em ê li ber xwe bidin. Em her tim hebûn û dê hebin. Piştî her hilbijartinê şaredariyên me ji me digirin. Em qebûl nakin."