Li Xelfetiyê li dijî qeyûman çalakiya rûniştinê

  • 15:23 4 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
RIHA - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiyê hat kirin, jinan li ber şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
 
Girseya gel li ber Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin tevli daxuyaniyê bû. Hevşaredarên Şaredariyê daxuyanî dan. Hevşaredarê Xelfetî Mehmet Karayilan diyar kir ku gel li hemberî qeyûman bi îstîqrar e û ew ê berxwedana xwe bidomînin.
 
Biryardariya berdewamkirina xizmetê
 
Şaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî axivî û got, "Em xwedî li vîna xwe derkevin. Derdê me ne kursî û şaredarî ye. Bila li pey dizan bigerin, ne li me. 8 sal in Xelfetiyê diziyê dikin. Em qebûl nakin, em ê qebûl nekin."
 
Girse li hemberî astengiya polîsan bi stran, çepik û tilîliyan li ber xwe dide. 
 
Jinan li ber barîkatên polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin, gelek caran bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Xelfetî ya me ye" berz kirin.