‘Tirkiye ji bo êrîşê Rojava bike li hincetan digere’
- 09:03 30 Cotmeh 2024
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Parlamentera DEM Partî ya Îzmîrê Burcugul Çubuk derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û da zanîn ku Tirkiye her carê hincetan diafirîne û van êrişan pêk tîne. Burcugulê wiha dirêjî dayê: “Ev êriş ji erdnîgariya Kurdistanê serbixwe nîne. Sedema van êrişan têkbirine.”
Tirkiyeyê şeva 23’yê Cotmehê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş da destpêkirin û gelê sivîl hedef girt gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Navenda Îrtîbata Çapemeniyê ya Hêzên Ewlehiya Hundir ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişan de daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiyeyê bi balafirên keşfê 99, bi balafirên şer 13, bi avêtina topan 573 bi giştî 685 caran êrişê herêmê kiriye. Di van êrişan de 14 jê sivîl û hêzên ewlehiyê, bi giştî 17 kesî jiyana xwe ji dest dan û 39 sivî lû 9 hêzên ewlehiyê bi giştî 48 kes birîndar bûn.
Di êrişan de derdora Til Rifet, Grê Spî, Dêrik, Qamişlo, Kobanê, çiyayê Qereçox, bajarên Amûdê, Rimêlan, Efrîn-Şehba, Minbîç, Tirbespiyê, Swêdîyê, Eyn Îsa û Til Temîr û gundên girêdayê wan hatin bombebarankirin. Her wiha Tirkiyeyê santrala ceyranê hedef girt û navenda Kobanê û 366 gund bê ceyran man.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Burcugul Çubuk derbarê mijarê de axivî.
‘Planên li Rojhilatê Navîn xera kir’
Burcugulê da zanîn ku dema şerê li Sûriyeyê destpêkiriye Erdogan gotiye wê nimêja cejnê li Şamê bike û ev pêk nehatiye sedema vê jî têkoşîna enternasyonel ya li Rojava li dijî çeteyan tê meşandinê ye. Burcugulê wiha dirêjî dayê: “Gelên Rojava, Tirkiyeyî, Kurdistanî, şoreşgerên enterasyonel yên ji her derê cîhanê şer kirin û nemir bûn. Îro hîna şoreşgerên ji bo berpirsyariyan li wir hene. Rojava ji ber vê rasteiyeke şoreşê ya gelek planên li Rojhilatê Navîn xera kiriye. Li wê erdnîgariyê rastiyek wisa derket holê.”
‘Bi wezîrên Israîlî re heman tiştî dibêjin’
Burcugulê destnîşan kir ku Rojava, şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin û projeya mezin a Rojhilata Navîn xera kiriye û enerjiya li Rojava belav bûye, tenê bandor li parçeyên din yên Kurdistanê nekiriye û got: “Hem li Rojhilata Navîn hem li cîhanê hevsengiyek din derxistiye holê. Ji ber vê jî ev ji bo desthilatdariyê bû sedema nefretê. Bi hincetên cuda êrişê Rojav akir. Êrişên suîkastê pêk anîn. Tevî ku Sûriyeyê got dest ji axa me bikşînin wan êriş kir. êrişê qadên sivîl kirin. Wan jî wek wezîrên Israîlê heman tişt gotin.”
‘Dijminahiya kurdan dikin lê Gelê Fîlîstînê diparêzin’
Burcugulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Israîl û Tirkiye di mijara êrişên il hember qadên jiyana sivîl de di nokteyek hevpar de ne. Nokteyek qederê ya hevpar a Rojava û Fîlîstînê ya wisa heye. Li nexweşxaneyan dixin, dibistanan dixin, li malan dixin û li tesîsên ceyranê dixin. Dewleta Tirk dijminahiya kurdan dike lê Gelê Fîlîstanê dikin. Ji xwe naparêzin bi Israîlê re bazirganiyê dikin. Ji bo êrişên li hember Rojava hincetên cuda tên afirandin û êriş pêk tên. Dixwazin bi van êrişan serî bidin tewandin, têk bibin.”
Burcugulê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tiştên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên jiyîn ji hev serbixwe nînin û ev polîtîka tenê bi erdnîgairya Kurdistanê dîtin wê neyê fêmkirin û divê bi planên Rojhilata Navîn yên polîtîkayên emperyalîzmê bên dîtin.