Pankarta bi dirûşma 'Qeyûm bicihem' hat daliqandin
- 10:14 19 Hezîran 2024
- Rojane
STENBOL - HDK'ê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê pankarta bi dirûşma "Qeyûm bicihem" bi kosterê ve daliqand.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi armanca ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê şermezar bike, bi kostera ku ber bi îskeleya Qadikoyê ve dhat pankarta bi dirûşma "Qeyûm bicihem" daliqand.
Pankartê bala hemû kesên ku li hêviya koseterê bûn kişand.