Evîn a ku zarokên wê nîşan nadinê li bende piştevaniyê ye
- 09:16 8 Gulan 2024
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
ÊLIH - Evîn Ozer di 6 salî de destdirêjî û tundiyê rû bi rû dimîne û di temenê biçûk de tê zewicandin. Seranserê zewacê de jî tundiyê dibîne. Piştî têkoşîna destberdanê, ji bo zarokên xwe têkoşîn da destpêkirin. Evîn di vê mijarê de piştevaniya jinan dipê.
Di hemû civakên ku newekheviya zayendî lê tê heye de, jin di temenê biçûk de di şertên newekhev de dijîn û neçar dimînin li dijî vê li her qadê têkoşîna xwe bidin meşandin. Rêbazên zayendperest jinan ji jiyanê dûr digirin û hepsê malê dikin. Bi van rêgezan jî li gorî xetên ku mêr xêz dikin jiyan tê teşekirin. Yek ji van jinan ku di temenê biçûk de zor û zehmetî dîtiye Evîn Ozer a li Êlihê dijî ye. Evîn 29 salî ye û sê zarokên wê hene.
Di temenê biçûk de destdirêjî, zewac
Evîn ku di malbatek feodal de mezin dibe, seransrê jiyanê destdirêjî, zext û zordarî lê tê kirin. Zîhniyeta mêr a di hundirê malê de bandorek mezin li ser jiyana Evînê dike û hîna di 6 salî de bi zextan re tê rû hev. Evîn di 6 salî de ji aliyê xizmê malbatê ku her tim dihat mala wan ve hat tacîzkirin. Evîn diyar dike ku hîna li dijî travmayên zarokatiyê têdikoşe. Evîn ku di malbatek qelebalix de mezin dibe, ji ber fikara ku kes wê pê bawer neke ji kesî re nabêje. 16 salî di fabrîqeya tekstîlê de dixebite û di vî temenî de malbat wê bi xizmên wan re dizewicîne.
‘Ez û hevjînê xwe wek du hevalan rûnenişt û neaxivî’
Evînê diyar kir ku salek piştî zewacê mehra fermî çêkirine û wiha dibêje: “Me tu carî wek du hevalan axafitinek nekir. Em bibûna heval me yê gelek tişt çareser bikira. Pişt re zarokê min çêbû. Mijar ne tenê mêrê ku ez pê re zewicîm bû. Kesekî ku ji malbat û jiyanê tiştekî nebîne nikare bide yê hember jî. Ji ber vê gelek kêmasiyên wî hebûn. Em 13 salan zewicandî man. Piştî 13 salan me dest ji hev berda.”
‘Beramberê keda xwe girtin ez kêfxweş kirim’
Evînê diyar dike ku piştî destberdanê bi dayika xwe re jiyaye û zarokên wê ligel hevjînê wê mane û got: “Min demên zehmet dît. Ez li ser erdan xebitîm. Sê roja xebitîm 900 TL dan min. Min xwe gelek baş hîs kir. Ez pir kêfxweş bibûm. Ji ber ew pere ne yê kesî bû. Min beramberê keda xwe girtibû. Min bi zanebûn ew pere hinek xerc nekir. Niha hîna ligel min e. Bi dawîbûna havînê re karê me qediya. Min xwest bixebitim. Ez çûm fabrîqeya tekstîlê. Li wir xebitîm.”
Nikare zarokên xwe bibîne
Evînê diyar dike ku piştî destberdanê 7 meh şûnde zarokên xwe dîtiye û mêrê ku dest jê berdaye nahêle zarokên xwe bibîne. Evînê wiha dibêje: “Piştî demekê çûm ber dibistanê. Bavê wan jî li wir bû. Hevjînê min li wir êrîşê min kir. Li dibistanê bi dehan carî li rûyê min xist. Ez di nav xwînê de mam. Ez qêriyam. Kesên derdorê hatin. Ez li polîs geriyam. Piştre çûm emniyetê û min got ez raporê dixwazim. Gotin ‘tu yê çawa raporê bigirî wê di pêşerojê de serê te biêşe. Me dest ji hev berdabû lê ji ber îmzeyên me kêm bûn hîna em zewicandî xuya dikirin. Mehek biryara dûrxistinê danê. Me îmzeyên mayî jî avêt û her tişt qediya. Lê nikarim zarokên xwe bibînim.”
‘Ez çûm DBP’ê’
Evînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber tundiya li min hat kirin ez çûm Partiya Herêmên Demokratîk (DBP). Dema çûm wir min hevşaredara niha ya Êlihê Gulîstan Sonuk li wir dît. Min mijar bi wê re parve kir. Gulîstanê piştgirî da min. Min di şertên giran de jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Min Mala Şopandinê ya Zarokan nas kir. Min rewş ji wan re vegot. Li hevjînê min ê berê geriyan û gotin wê bi psîkolog bên gel te. Lê wî ev red kir. Telefon girt. Bi biryara dadgehê divê du hefteyan carê zarokên xwe bibînim. Lê vê qebûl nake. Piştre malbata wî li min geriya û got ji 40 rojan carê dikarî zarokan bibînî. Lê min got li ser kaxizê çi hebe divê ew pêk bê. Ez banga piştevaniya li hemû jinan dikim.”