Li Dêrsimê 80 sal in polîtîkaya 'Bêmirovhiştinê' tê meşandin
- 09:02 4 Gulan 2024
- Rojane
Gulistan Gulmuş
DÊRSÎM - Dêrsîma ku di şexsê Sakîne Canszi û Mazlum Dogan de wek ‘Bajarê şoreşgeran’ tê vegotin, bi qirkirinên 38 û 94’an yên li Dêrsîmê polîtîka bê mirovhiştinê xistin jiyanê û dema nû de jî polîtîkayên koçberkirinê pêk tên.
Di ser komkujiya Dêrsîmê de 87 sal derbas bû. Dîroka Tirkiyeyê bi komkujiyan tije ye. Yek ji van komkujiyan jî Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-38'an e. Li gor daneyên fermî di sala 1937-1938'an de 13 hezar û 160 kal û pîr her wiha 6 hezar jin, zarok, ciwan, pitik hatin kuştin. Li gor daneyên ne fermî jî li gund, li ser çeman, di şikeftan li dora 70 hezar mirovî hatin kuştin. Di vir de jî dîsa bi bombebaran, çekên kîmyewî, ji avêtina ji ser kortalan mirov hatin kuştin. Zarok û jinên ji komkujiyê filitîn jî ji malbatên wan girtin û dan leşkeran. Ji "Keçên Winda yên Dêrsimê" jî qet xeber nehat girtin.
Tevî pêvajoya derbas bûye belê dewlet hîn jî bi komkujiyê re nehatiye rû hev. Gelek şahidên komkujiyê jiyana xwe ji dest dan lê belê yê hîn dijîn jî hîn bi wê êşê ne.
Polîtîkayên bê nasname hiştinê
Qirkirina di navbera salên 1937-38’an de hat kirin, di 1994’an de bi valakirina gundan û şewitandina gundan berdewam kir. Her wiha gelek pirsgirêk hatin ferzkirin û mirov dan koçberkirin. Bi polîtîkyan hewl didin gelê herêmê bê nasname, herêmê bê mirov bihêlin û ji rê durxibin.
Naskirina NY’ê ya qirkirinê
Bi biryara hejmar 260 A (III) û dîroka wê 1948 a Neteweyên Yekbûyî , têgeha qirkirinê wek ‘qetilkirina kesên endamên komekê, hesapkirina ji holê rakirina endamên komekê, ji qestî guhertina şertên jiyanê’ tê vegotin.
13 hezar û 160 kes hatin qetilkirin
Li gorî rapora 14’ê Mijdarê ya 2023’yan Komeleya Mafê Mirovan, 1937-1938'an de 13 hezar û 160 kal û pîr her wiha 6 hezar jin, zarok, ciwan, pitik hatine kuştin; 11 hezar û 818 jî hatine koçberkirin.
Li Dêrsîmê valakirina gundan a di 1994’an de
Li Dêrsîmê di 1994’an de 183 gun, 823 mezra û 8 hezar û 439 mal hatin valakirin. 41 hezar û 939 kes jî ji cihên wna hatin kirin. Piranî kesên ku bixwazin vegerin warê jî hewldanên wan bê encam man.
Betalî, fikar û koçberî
Piştî qirkirinên 38 û 94’an şûnde dema Dêrsîm tê gotin ewil koçberî tê hişê mirovan. Nêrîna koçberiyê ya li bajar, Dêrsîmê bi xetereya tunebûnê re tîne rû hev.
Çima koçberî?
Ji ber bêpergaliya polîtîkayên aborî û bazirganiyê yên li Tirkiye û Kurdistanê, jiyanek zor û zehmet ava dibe û ciwan fikara pêşerojê dijîn. Ligel vê di alî hiqûqê de jî pir caran edelet pêk nayê û ev li herêmê pisgirêkên ewlehiyê diafirîne. Dîsa kevneşopiya êrişên li hember nasname û baweriyê hebûna xwe didomîne. Dema rewş wisa be koçberî jî pêşî lê nayê girtin. Yek ji bajarên ku herî zêde kes jê koç bikin Dêrsîme. Li gorî lêkolînan gel naxwaze Dêrsîmê terk bikin lê dibêjin neçarî koçberiyê tên kirin.