Sabîte Ekîncî hat tahliyekirin
- 14:31 1 Gulan 2024
- Rojane
ENQERE - Hevşaredara berê ya Gimgimê Sabîte Ekîncî hat tahliyekirin.
Hevşaredara berê ya navçeya Gimgim a Mûşê Sabîte Ekîncî, piştî 8 salan ji girtîgeha Sîncanê ya Jinan ku lê dihat girtin hat tahliyekirin. Sabîte li derketina girtîgehê, ji aliyê Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz û gelek jinan ve hat pêşwazîkirin.