Dîcle Muftuoglu: Ji bo heqîqetê têkoşîneke hevpar pêwist dike
- 09:25 16 Adar 2024
- Rojane
Rojda Aydin
AGIRÎ - Rojnameger Dîcle Muftuoglu ku di 29’ê Sibatê de tahliye bû, destnîşan kir ku rojnamegeriya wê hatiye astengkirin û diyar kir ku tişta herî zêde bêrî kiriye di cihekî berfireh û bêasteng de bimeşe û got: "Divê bê dîtin ku dixwazin heqîqetê veşêrin. Ji bo em xwedî li heqîqetê derkevin divê li hemberî zext û sansûrê têkoşîneke hevpar bimeşînin.”
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu ku di 29’ê Nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda Enqereyê de di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 3’yê Gulanê Roja Rojnamegeran a Cîhanê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Di 29’ê Sibatê de danişîna doza Dîcle Muftuoglû li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku hat dîtin, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” hat darizandin. Dîcle, di 29’ê Sibatê de ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê de derket.
Dîcle, ji ajansa me re behsa girtina xwe û rewşa girtîgehê kir.
‘Rojnamegeriya min hat astengkirin’
Dîcle, anî ziman ku dema ku mirov rastiya Tirkiyeyê dinêre dibîne ku kesên ku rastiyê dibêje, azadiyê dixwaze, dixwaze gotinên xwe bêje bi zextan re rûbirû dimîne. Dîcle, bi lêv kir ku girtina rojnamegerek a di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de tenê li Tirkiyeyê tê jiyîn û wiha got: “Ev dem pêvajoya hilbijartina giştî bû, vê deme gelek operasyonên siyasî pêk hatin û gelek kes hatin binçavkirin. Wekî her tim li emniyetê li ser mase bi îfadeyên şahîdan, bê delîl, hemû xebatên pîşeyî wek sûc hatin nîşandan û hatin krîminalîzekirin. Em tabloyeke bi vî rengî re rûbirû ne. Ji ber van hincetan 10 mehan ez ji azadiya xwe bêpar hatim hiştin. Rojnamegeriya min hat astengkirin. Girtina min a 3’yê Gulanê jî nîşaneya zîhniyeta îktîdarê ye.”
Pêvajoya girtinê û îdîanameyê
Dîcle, desntîşan kir ku yekem car di 7’ê Kanûnê de derketiye pêşberî dadgehê, lê piştî girtinê 2 meh şûnde derbarê wê de îdîaname hatiye amadekirin. Dîcle, da xuyakirin ku ji ber ku operasyona li Enqerê pêk hat dosya pêşkeşî 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hatiye kirin û wiha behsa wê pêvajoyê kir: “Dadgerî dosya lêkolîn kir da zanîn ku ev li dijî CMK’ê ye. Ji ber ku beriya hilbijartina giştî bû, operasyonek pêk hat û bi hinceta ‘Fînansmantiya rêxistinê’ gelek kes ji qadên cuda hatin binçavkirin. Dadger jî di vê nêzikatiyê de bû ku kesên ku hatin binçavkirin di hêla hiqûqî û faaliyete de ne giredayî hev in û bi heman îdiayan darizandin nabe. Wekî Doza Kobanê, operasyoneke kumpasê bû hem li hemberî me û hem jî li hemberî qadên din. Kesên ku li dijî wan polîtîkayan derdikevin û gotinên xwe dibêjin tên darizandin. Piştî ku îdîaname hat redkirin, dozgerî heman îdîanameyê bêyî ku guhertinê bike carek din pêşkeşî 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê kir. Li vir jî biryara bêrayetiyê da û şand 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Dadgeha Amedê îdîaname qebûl kir. Ji bo roja danişînê jî parêzeran serlêdana amadebûna şahîdan kiribûn lê ev daxwaz hat redkirin. Dema min di danişînê de parastina xwe kir hişyariya kurtkirina parastinê hat kirin. Ji ber ku gelek îdîayên vala û pûç hatibûn kirin wek; axaftina bi telefonê ya bi hevalên rojnameger jî di îdîanameyê de cih girtibû hwd. Wek mirov û wek rojnameger min çi kiriye wek sûc hat nirxandin, bê delîl her tişt sûc hat nîşandan. Dozgerî jiyana civakî jî wek rêxistinbûn pênase kir û ‘Avakirina rêxistin û bi rêvebirina rêxistinê’ îdia kir. Parastina min hat astengkirin, bêyî ku hemû parêzer parastinê bike biryara domandina rewşa girtî hat dayîn. Di danişînê de tespîta nasnameyê nehat kirin û demildest daxwaza parastinê hat kirin, ji xwe ev jî hat sînorkirin. Derbarê mutaalayê de mafê axaftinê jî nehat dayîn. Bi biryareke amadeyî danişîn pêk hat û armanc jî demek dirêj mayîna min a li girtîgehê bû.”
'Ji avakirina komarê heta niha êriş û sansûr'
Dîcle, bal kişand li ser Komara Tirkiyeyê û got ku netew-dewlet e û di vê çarçoveyê de hatiye damezirandin. Dîcle, diyar kir ku di dema îttîhat û terakkî de, li hemberî çapemeniyê êriş û sansûr dest pê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çameniya ku pesnê îttihat û terakkiye nedikir hatin qedexekirin û hatin sansûrkirin. Ev zext heta roja îro jî hat. Di asta cîhanî de herî zêde li Tirkiyeyê rojnameger girtî ne. Li Tirkiyeyê bîranîna Roja Qetilkirina Rojnamegeran heye. Tirkiye welatek wisa ye. Guherîna makeqanûna sala 1921’an a di sala 1924’an de, bû sedema derbasbûna pêvajoyek din. Netew-dewlet bêtir xwe qehîm kir û gelek tişt hatin qedexekirin. Di avakirina Dadgehên Îstîklalê, afirandina qanûnên sansûrê û pêkanîna darbeyan û guherîna îktîdaran de çapemenî hat sansurkirin û hat qedexekirin. Çapemenî tê dorpêç kirin û tê astengkirin. Avahiyên rojname û çapxane tên tehrîpkirin, rojnameger tên qetilkirin, tên girtin û tên sirgunkirin. Gelek tiştên bi vî rengî li Tirkiyeyê tên jiyîn. Lê belê dema mijar dibe kurd û pirsgirêka kurd bêtir mijar kûr dibe. Dema rojnameger kurd be bêtir rewş diguhere. Bi taybetî jî ji salên 90’î heta îro. Sala 1992’yan ji bo Çapemeniya Azad bû dema nivîsandina berxwedana heyî û bilêvkirina zextên li hemberî çapemeniyê. Qada Çapemeniya Azad bû qada ku her qad gotinên xwe bêje. Ligel vê yekê jî êriş û zext pêk hatin, ev yek nîşaneya bêtehemûliyê bû. Ji wan salan heta niha ji 50 jortir rojnamegerên kurd hatin qetilkirin, avahiyên rojnameyan hatin bombekirin, bi biryarên OHAL û walitiyê belavkirina Rojnameya Gundemê li bajaran hatin astengkirin.”
‘Netew-dewlet ji heqîqetê ditirse'
Dîcle, da zanîn ku dewleta ku bi feraseta netew-dewletê hatî avakirin ji heqîqetê ditirse û ji nêrînên cuda aciz e. Dîcle, da xuyakirin ku dewlet di vê ferqê de ye ku ev heqîqet rejîma zextê deşîfre dike û ev tiştan anî ziman: “Rojnamegerên ku şopdarê vê heqîqetê ne her tim bi zextan re rûbirû ne. Di nav sed salan de bi rêbazên cuda tevdigerin, lê li hemberî vê yekê jî rojnamegerên berxwedêr û şopdarên heqîqetê hene. Ji bo tunekirina hebûna mirovan girtîgeh hatine avakirin. Helbet wek rojnamegerek, min li derve hewl da ku ez nûçeyan çêkim, îhlalên ku li hemberî hempîşeyên me pêk hatî ragihînim. Wek komele me xwest rewşa heyî di rojevê de bihêlin. Lê belê dema mirov li girtîgehê be rewş diguhere. Tu li vir rewşa tecrîdê bêtir dijî.”
‘Tecrît belavî hemû girtîgeh û kolanan bûye'
Dîcle, bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan got ku li Tirkiyeyê 25 sal in li Îmraliyê tecrîdek heye û belavî hemû girtîgehan bûye. Dîcle, wiha axivî: “Bi rastî niha belavî kolanên ku em niha lê digerin jî bûye. Masiyên ku di nav avê de çawa behra mezin nabîne, rewşa me jî wisa bû. Di girtîgehê de mirov vê yekê baştir dibîne. Pergala ku te îzoledike û ji têkiliyên derve qût dike heye. Xwendina rojnameyena bi sînor e û tu nikarî rojnameyên xwe bixwinî. Temaşekirina televîzyon û guhdarkirina radyoyê tê sînorkirin. Li gorî rêveberiya girtîgehê, bi taybetî jî li gorî îktîdara AKP-MHP’ê tu dikarî temaşe biki, guhdar biki û bixwinî. Têkiliya bi malbatê re tên sînorkirin. Her wiha sirgunkirina girtiyan bi tevahî têkiliya malbatan a bi girtiyan re asteng dike û nikarin hevdîtinê bikin. Pergala girtîgehê ji bo nexweşxistin û bêruhkirinê hatiye avakirin. Û hûn di vê pergalê de hewl didin bijîn. Di aliyê xwarinê de bigire heta lêgerîn qawişan pergalekî tacîzê heye.”
‘Li dervê têkoşînek rast nayê meşandin'
Dîcle, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî darbeya 1980’an kir û ev tiştan anî ziman: “Ev rewş bi berxwedanê hilweşiya. Lê em bi tabloyeke ku dem bi dem dixwazin ew îşkenceya wê demê bidin jiyîn ve rû bi rû ne. Li aliyekê dinê jî rewşa girtiyên nexweş heye. Ji xwe her kesekê dema dikeve girtîgehê nexweş dikeve. Ligel vê yekê tu nayê tedawîkirin. Di girtîgeha Sîncanê de nêzî 3 meh in di revîrê de bijîşk tuneye. Gelek girtiyên ku rewşa wan ne baş in hene. Selver Yildirim, Ozgu Ozver û gelek girtiyên din ên nexweş hene û nayên tedawîkirin. An jî dema dibin nexweşxaneyê mûayeneya kelepçeyê tê ferzkirin. Di nava girtîgehan de dadgehên nû tên avakirin. Lê belê min dît ku ev rewş gelek kêm bandorê li derve dike. Di girtîgeha Sîncanê de tu girtiyek nikare ji berdana bi şert sûd werbigire. Ji rojnamegerên girtî yek jî Dîlan Oynaş e. Tahliye wê ya bi heq di meha hezîranê de dê bê. Lê Dîlan ji du salan zêdetir di girtîgehê de ma. Gelek girtî ji ber nayên tahliyekirin ji azadiya xwe bêpar dimînin. Piştî ku hatim girtin şûnde min dît ku ev lijneyan me di derve de baş fêm nekiriye. Ji ber vê yekê li derve têkoşîneke rast nayê meşandin. Wek rojevên din winda dibin. Niha jî bi 8’emîn pakêta darazê de vê dixwazin xiraptir bikin. Ger ku me vê rewşê baştir bianiya ziman me yê encamên baştir bigirta.”
‘Mirov beriya meşekê bê dawî dike’
Dîcle, bi van gotinan behsa bêriya tişta ku kiriye kir: “Girtîgeh ji ber ku cihek tenge mirov tişta ku herî zêde bêriya wê dike cihek bê dawî û bê asteng de bimeşe. Gelek girtî bêriya vê yekê kirine. Belê 10 mehan di girtîgehê de bê hiqûqî girtin gelek xirab e. Wekî ku Sakîna Cansiz gotiye ‘Mirov şerm dike ku bije ah.’ Ji ber ku kesên ku 30 sal in girtî hene û bêriya gelek tiştan kirine. Ligel xeyal û bêriyên wan, min di xwe de heq nedît. Piştî ez ketim girtîgehê tu tişt ji bo min nayê jibîrkirin. Bi hevalên jin re her dema ku min derbas kiriye ji bo gelek bi qîmet e û watedar e. Kesên ku dikevin girtîgehê re henek tê kirin. Piştî ku min vê yekê jiya şûnde hîn bûm. Ez ê tu carî wê demê ji bîr nekim."
‘Divê xwedî rojnamegeran bê derketin’
Dîcle, got ku hemû girtî di bin tecrîdê de ne û wiha bi lêv kir: "Tecrîd du alî ye. Hindur bandorê li derve dike, derve jî bandorê li hindûr dike. Wekî hûn zanin kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurde re çareseriya demokratîk’ hat destpêkirin û di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Ev rewş dê heta hilbijartinê dorveger be. Lê piştre dê çalakiyên cuda bên destpêkirin. Girtî dixwazin ev rewş zêdetir bê dîtin. Girtî ji bo xwe tu tiştî naxwazin. Dixwazin ev kampanya mezintir bibe. Di girtîgehê de girtî nikarin bi çalakiyek cuda çalakiyê bikin. Bi tenê bedenên xwe datînin holê û dikevin çalakiyê.
'Divê xwedî li dozên rojnamegeran bê derketin'
Rojnameger Dîcle Muftîoglu wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî rojnamegerek girtî û doza wê berdewam dike ez dikarim vê bibêjim; ji bo xwedî rojnamegeran derbikevin divê xwedî dozên wan derbikevin. Li dijî hemû binpêkirina pêwîste em bi hev re dengê xwe derbixin. Divê hem rojnameger, hemû gel û saziyên sivîl deng derbixe. Divê bê dîtin ku dixwazin heqîqetê veşêrin. Ji xwe em xwedî heqîqetê derbikevin divê li hemberî zext û sansûrê têkoşîneke hevpar bimeşînin.”